Şanaz Xan: Huner û muzîk rêyên guncawin ji bo danasîna têkoşîna Kurd

Şanaz Xan: Huner û muzîk rêyên guncawin ji bo danasîna têkoşîna Kurd

Şanaz Îbrahîm Ehmed Xanima yekem a Êraqê li bajarê Silêmaniyê bi şandeyeke Koma Hunergeha Welat re bi serokatiya Delîl Mîrsaz, Mehmûd Berazî û Şero Hindî re civiya da ku li ser pêşketina hunerê li Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.

Di wê hevdîtinê de Şanaz Xanê kar û berhemên Hunergeha Welat bilind nirxand ji bo gihandina deng û reng û serkeftin û êşên gelê Kurd li Rojava bo gelên dunyayê.

Xanim Şanaz got: Rêya herî guncaw ji bo danasîna têkoşîn û şoreşa azadiyê ya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê  ew e ku huner, muzîk û folklora Kurdî bi naveroka welatparêzî û parastinê bikar bînin, bi vê yekê jî şoreşa Rojava li cîhanê deng veda.

Her wiha pêşwazî li destpêşxeriya komê Hunergeha Welat ya ji bo pêşxistina xebatên hunerî da ku Silêmanî bikaribe cihê xwe biparêze û her tim ji bo Kurdan bibe mînakek hevkariyê û rêberiyê.

XELAT