NAMEYA XANÎ

NAMEYA XANÎ

Helbestvan: Ebdurehim İnanç

Mefaîlun mefaîlun feûlun

Werin Xanî tu dermanê me yî, can

Tu Luqmanî ji bo êşan û derdan

Di helbestê gelek zana û jîr i

Di ilmê ‘eşq û vînê da xebîr î

Dixwazim nameyek bona te rêkim

Belê namê bi misk û mawerê kim   

Eman Seyda Xwedêkî da emanet

Li min negrin tu car nakim xiyanet

Ku bêjim ez hinek tiştên ji dil bên

Bi êş bin ew ji kovanê qizil bên

Kelamê min dema sor bin bisojin

Bizan pêşî hinavê min dikojin

Dizanî her felek fetl û bi kîn e

Hema daîm di gel ma qetl û xwîn e

Dema bêjî Memê rastî birîndar

Bikî behsa Zîna ma bû pirî jar  

Bizan herdû di gel hev payidar in

Belayên wan dizanî bêjimar in

Bekir daim li meydanê bi lez tên

Heval û hogirên wî jî bi bez tên

Te hew dî yar û yaran jev qetandin

Xweşî carek ji nav dil da revandin

Delala şeng te dil da ew hebandî

Direxta naz û nazdarî te çandî

Gulistana di bin birca Şeref Xan

Di destê nakesan da bûye wêran

Xebînet va di destê bûm xerab e

Heroj sed car dikêşit ew ‘ezab e

Diz û piz lê dikin seyd û Cirîda

Di bin sulta ne pakan û pedîda 

Xezîna ket di destê dîn betala

Lewa îro tu nabînî delala

Werin carek bi jorda lê binêrin

Hinavê xwû li ber bayê bidêrin

Gula narîn dibînî pir û par e

Ne rewşa wê ne jî bin jê diyar e

Bi vê rewşê jiyan çendî ku ar e

Belê ev ar “ li xelqê namîdar e”

Mi dî Xanî cewab da min giranî

Ji nav gorê dema wî ser hilanî

Di got bêje birayo! Dil birîno

Kelamê xweş dikî gelkê şirîno

Dizanim ez belê ev hal xerabe

Jîna hûn tê hemû jan û şitabe

Keser hatê ji kovanên dilê wî

Dizanî wî çima em mane sêwî

Ne xwendanîn ji bo hev xêr nexwaz in

Ne zanan în hama daîm tinaz in   

Xemên dilda bi carek em vejînîn

Kulên salan bi yek carê derînîn

Xwedî par bîn di nava vê civakê  

Xelas bîn em ji talan û helakê

Di destê ma te dî pul va biha bû

Rewac dît û di âlem ew bela bû

Te hew dî va hemû warkûz heşînin

Hemû ‘êl û ‘eşîr va lê dimînin

Mem ê jar û reben hew dî ku rabûn

Wekî her kes tereb û kêf û şa bûn

Hema herkes di gel yara xwe ra bûn  

Di gel dilber ku “ keyfe ma teşa” bûn

Ne iblis man ne fesad man li holê

Hema lêxin ney û saz û deholê

Dema rewşa xerab carek me avêt

Kulên salan hemû tevda bi der bêt

Hemû tevda bijîn em Kurdewarî

Bijîn şadî hema her xwendekarî  

Ku “Behmûrî” gihayî vê muradê

Wekî xelqê bibînî ‘edl û dadê

Mirin ‘heq bê gelek jî em pê xwûş în

Mudamî em bi cûş û dil xwurûş în  

 

15/04/2024 Cizîr

XELAT