Sêgoşeya Girover … 93 roj daku Kobanî nekeve
Nivîskar: Karwan Enwer
Roja Îniyê danê nîvro bû. Min dixwest biçim Helebçeyê. Dema nimêja Înê bû. Rê vala bûn. Tenê mizgeft qerebalix bûn. Ji bo merasîma cenazeyekê ez gihêştim Helebçe digel min çend hezar kes li wê merasîmê amadebûn, Piştî merasîma cenazeyê, ez beşdarî merasîmek xwazgîniyê (xwarina şekir) bûm ku çend sed kes têde amade bûn.
Ez êvarê vegeriyam Silêmaniyê. Çend festîval hebûn, yek bi navê Gundur û yek jî bi navê Xwarinên Kurdewarî bû. Bi hezaran kes beşdarî van festîvalan bibûn. Li hola sînema Salim jî filmekî qeşeng a Kurdî dihat nimayîş kirin, Bi dehan kesên din çûn temaşekirinê. li salonên sîty Sînema li taxa Qliyasan têne filma Boks Ofîs dihat nîşandan û bi sedan kes diçûn temaşekirina wan, ji bilî konferans, semîner, sempozyûm, kongre, lîstikên werzîşê, şano û bi dehan çalakiyên din hebûn.
Ez dixwazim bibêjim ku di bingeha van hemî çalakiyan de, destûr nayê dayîn ku kes li ser kar û bernameyên yên din biaxive, û destûr nayê dayîn ku kes destwerdanê di kar û bernameyên yên din de bike, mînak, Ez wê Înê çûm merasîmek cenazeyê, merasîma şekir xwarinê û fîlmekê. Ez neçûm bi dehan civînên çandî û olî yên din ên ku li bajêr hatibûn lidarxistin.
Ji ber vê yekê, ez nikarim li ser wan biaxivim ji ber ku ez ne li wir bûm û ne jî karê min e ku ez li ser wan biaxivim. Ger kesek li ser karê yên din biaxive û raya xwe ferz bike, ev ê paşveçûnê diafirîne.
Li ser nimayîşa tîmek Rojavayê Kurdistanê axaftin, dîmen û karê bi felsefeya hişê xwe analîz bikî, hûn min û beramberên xwe jî nigeran dikin, di hişê min û bi deh hezaran kesên mîna min de, ev nimayîşe kûrahiya dîrokê û şerekî ku hezaran ciwanan û pîr û Êzdî û musliman têde şehîdbûn dike.
Şerê li dijî DAIŞê şerê man û nemana Kurdan bû. Ger Kobanî ketiba, Kurd dê rûmeta xwe heta heta winda bikira û bişkiya. Lê belê li Kobanê DAIŞ û axayên wê li wî kendavî û mendavî bi destê wan jinên ku nimyîşa wê li zanîngeha Amerîkî li Silêmaniyê encamdan, pozê wan şikest, mesele ne meseleya rakirina nîqab û burqayê ye, ji ber ku ew ne sembola Kurdbûnê ye û ne jî sembola Îslama rasteqîne bûn.
Şervanan li dijî DAIŞê û gelek welatan şer kirin, ji asîman guleyek, perçeyek nan, empulek morfîn, tenekeyek av, lava dikirin. Ji bo ku Kobanî nekeve, Yekîtiya nîştimanî ya Kurdistanê (YNKê) balafirên şer li bazara reş kirê kirin û çek û cebilxane bi paraşûtê gihandin asîmanê Kobanî û bajar ji ketin û dagirkirinê rizgar kirin!!
Pereyê ku ji bo kirîna peyman û rizgarkirina Kobanî hat bikaranîn, mûçe û alîkariya kadro û endamên hizba YNKê bûn. Ev kadro niha pir matmayî mane ku mirovên ku ji bo rakirina nîqabê wekî sembola DAIŞê hêsir dibarînin hene.
Roja ku alîkarî ji Kobanî re hat şandin, em kadro û Pêşmergeyên dêrîn û endamên seqet ên hizbê me 93 rojan mûçeyên xwe wernegirt…. Ev jî dişibihe Sêgoşeyek Girover.
Wergêrandin: Dawûd Çîçek
Xelat/ Kurdistanî Nwê
