Nayê ser danê
Helbestvan: Tûrçîn Reşwanî
Eve çnd sal nexweşim
Yarim pirsa min nakî
Ez nikarim bimeşim
Dilim maye ser takî
****
Ez ne dîn û ser xweşm
Dil tenike û dibakî
Kiştiyê d çavê reşim
Tenê dikarî min rakî
****
Çi dermanê li dunyayê
Yarim bi kêrî bmin nayê
Te dil xistiye belayê
Lewma xewa mi eyê
****
Çi dermanê ku heye
Bo dilê xwe min anî
Dermanê min li ba teye
Tu derdî û tu dermanî
****
Ėşa dilimm lê canim
ji destê te ye lê xanim
Çi ėş û derd û elem
ramûsanek di rakî
****
Ev ėş û derdê giran
Tev ketye xwîna can
Wê çi bibe ez qurban
Carkê dilê min şakî
****
Hemî ji derdê sitya zîn
Dil û kezeb bûye xwîn
Bûme mest û hat û dîn
Ma ne besin ggir û kîn
****
êşa dil pir girane
Kes bi ėşê nizane
Evîn û hesta cane
Derman. sêvê zozane
****
Esmerê qîza xanê
Çima nayê ser danê
Gelo ma ez erzanim
De were lê lê xanim
****
Çi dixaze dîna min
ziwa kirî xwîna min
Dil goşte ne polaye
te winda kir jîna min
****
Du sêngên spî bedew
Gelo sêvin ya mė kew
jê wa diherke şîr û dew
Deredê dillê mi ne ew
****
Bi vê xwîna dil û can
Bi navê xwedê û kurdistan
Ger bidî yek ramûsan
Ez dibim şėrê zozan
****
Eve çed sal nexweşim
Dilim hemî buye xwîn
Çarek were ser danê
Şabike dilė mi tûrçîn
*****
XELAT