Efrînê Mekin Goristan
Helbest: Shahîn Bekir Soreklî
Ger Efrîna rengîn nebû Kurdistan
Qe nebe bila nebe goristan
Ma ne bes e bi destên neyaran kujtina Kurdan
Ku bi navê „berxwedanê“ bihên kujtin û lêdan!
Ji warekî dûr bang dikime li berpirsan
Xemgîn û xembar mekin dilê min û bi hezaran
Pîroz e jiyan, pîroz e jiyan, pîroz e jiyan
Bila Efrîn ji şêniyê xwe re nebe goristan
Û ger dike bibe warekî kavil û wêran
Bila gor nehêt kolandin bi çoyê Kurdan.
16/03/2018
XELAT