SALEK JÎ ÇÛ
Helbest: Karîna Osêyan
Salek jî çû ji emrê min
Di nav xerîbî û penaberiyê de
Salek jî çû ji emrê min
Bi lez û bez bê bask û saz
Ezê bidim pesnê salan
Çawa zû firîn bi xemla xwe
Konê xwe ser dil de danî
Wek xewnek çûn bê veger
Gelek kes li dora min bûn
Lê evd û însan min nedît
Ez jî dîsa wek xwe mama
Bi bîranînên salên wunda
Tenê stêrka Leyl û Mecnûn
Dibiriqe gelek geş
Nazik kubar jîr û delal
Mînanî zerîya dawetê
Salek jî çû ji emrê min
Di nav gaziya û dijwariyê de
Dîsa jî ez poşman nînim
Xwedê ya her tim ji bo min heval.
27/07/2024 Stanbol.
XELAT