Kulên Dilan
Helbest: Dr. Karîna Osêyan
Ezê herim welatê xwe
Hêsan bikim dilê xwe
Rûnêm li rex bilbilê xwe
Der bikim birînên xwe
Xanî kî xwera ava bikim
Tendûr orta xanî de çêkim
Fîncana çayê bidim ber xwe
Zaroktiya xwe bînim bîra xwe
Ezê herim deşt û zozanan
Av bidin hêvî û xeyalan
Derd û kulan bidim alî
Ku ser minda bibe sayî
Êşên dila bibêjim
Wek hêstiran birêjim
Bi hêstirên çavên xwe
Zindî bikim hilbestên xwe.
XELAT