Şanogeriya "Mirin û Kiçînî" tê nimayîş kirin

Şanogeriya "Mirin û Kiçînî" tê nimayîş kirin

Li hola Mihemed Arif Cizîrî ya li bajarê Duhokê şanogeriya (Mirin û Kiçînî) tê nimayîş kirin.

Mihemed Ezîz derhênerê şanogeriya (Mirin û Kiçînî) bi daxuyaniyeke taybet de li gel (NSÊ-Medya) ragihand, ji ber serkeftin û pêşwaziyeke mezin ji aliyê xelkê ve û bi destxistina hezkiriyên zêde biryar hate dayîn ku şanogeriya (Mirin û Kiçînî) li Duhokê were nimayîş kirin û xelkekî zêde li benda şanoyêye.

Mihemed Ezîz got jî; Şanogeriya (Mirin û Kiçînî) yê hunermend (Êriyek Dorvmen)e ku projeya min bûye li peymangeha hunerên ciwan ya beşê şano, dema ev şano hate nimayîş kirin karî bînerekî zêde li xwe bigre.

Derbarê naveroka şanoyê jî Mihemed Ezîz dibêje: Ev şanogerî behsa jinekê dike ku ji aliyê polîsan ve hatibû girtin li gel çendîn jin û mêran de, polîs pizîşkekî dişînin daku pişkînîna wan bike lê belê ew pizîşk destdirêjiyê dike ser wê jinê û îşkenceyeke mezin li wê jinê dike daku nihêniyên mêrê xwe û kesûkarên xwe eşkere bike.

Diyar jî kir ku, dema şanogeriyê 55 xulekin û vê şanoyê xelata pêncemîn festîvala şanogeriyê ya navçeyan a li Çemçemalê hatibû sazkirin bi dest xistiye.

 

XELAT