NEWROZ
Helbest: Ayhan Demir
Ew agirê Kawa, Zerdeşt
Belav bûye çîya û deyşt
Keç û xortên Kurdistanê
Xelas dikin welat bin dest
Werin qewmê Med û Arî
Em tev hildin ev î barî
Agir gurkin, nûr bibare
Ronî bikin rojên tarî
Govend bigrin mil bi mil e
Bîrbikin tev derd û kul e
Xwe girêdin bi heft rengan
Ça Keskesor bixemile
Hatiye Newroz!
Hatiye Newroz!
Kulîlk û bihara me ye
Ew rewşa Adara me ye
Bikin dîlan, kêf û seyran,
Ew cejn û sersala me ye
Ey Newrozê!
Ey Newrozê!
Serhildan û banga te bim
Xweş awaz û dengê te bim
Wek xalîça neqiş neqiş
Keskesora rengê te bim
Îro Newroz e
Rojê slav kin,
Desmala bakin,
Şehîda şakin,
Îro Newroz e.
**Cejna hemû kurd û Kurfistanê bi dil û can pîroz dikim.
Xelat
