Ciwanekê Kurd ê Rûsya: Ezê li Silêmaniyê pêşangehekê vekim

Ciwanekê Kurd ê Rûsya: Ezê li Silêmaniyê pêşangehekê vekim

Ciwanê Kurd ku li Moskowê dijî (Norîk Musoyan) ku yek ji bînasazên navdarên Rûsyayê ye, zêdetirî 500 berhemên wî yên hunerî hene û gelek xelatên girîng ên Rûsyayê wergirtine.

Norîk Musoyan di heman demê de endamê Ciwanên nujenkarên Rûsyayê ye û endamê Parlamena Ciwanên Biyanî ya Federasyona Rûsyayê ye.

Norîk di hevpeyvînek taybet de ji Rojnameya Kurdistanî Nwê re gotiye: Ez Kurd im û li Moskowê dijîm. Min beşdarî gelek pêşbirkên dîplomasiya bînasazî li Rûsyayê bûye û xelat wergirtine. Her weha bawernameya parastina şûnwarî di kulturên Rûsya de heye.

Wî got: Îsal, ez beşdarî pêşbirkekê bûm ku zêdetirî 6 hezar serlêder hebûn, û her çend pir dijwar bû jî, ez biser ketim û ji hêla Wezareta Çandê ya Rûsyayê ve xelata sêyemîn min wergirt.

Norîk zêde dike û dibêje: Min beşdarî di gelek konferansên zanistî û pêşbirkên navneteweyî de kiriye û çar sal li pey hev di pêşbirka dîplomasiya bînasaziyê ya li Rûsyayê de xelata yekem bi dest xistiye.

Norîk Musoyan dibêje: Zêdetirî 500 berhemên min ên hunerî hene û min pênc pêşangehên taybet li Rûsyayê vekirine. Ez niyeta xwe didim ku di meha Gulanê de li Herêma Kurdistanê, bi taybetî li Silêmaniyê, pêşangehek taybet vekim.

Wekî ku xwe aşkira dike Norîk dibêje ku, Bav û kalên Norîk Musoyan bi eslê xwe ji bajarê Wan û Qersê yên Bakurê Kurdistanê bûne û piştî bûyerên 1915an koçî Ermenistanê kirin û paşê li Rûsyayê bi cih bûne.

Xelat/ Kurdistanî Nwê