Dîplomasiyeta bilind a Kamîran Elî Bedirxan

Dîplomasiyeta bilind a Kamîran Elî Bedirxan

Nivîskar: Merîwan Mesûd

Piştî ku di 3ê Cotmeha 1948an de, radyoya (Dengê Îsraîlê) raporek berfireh bi zimanê Erebî li ser damezrandina hikûmeteke azad a Kurdî li Yêrêvanê paytexta Ermenistan weşand. Ku wî demî kurd di bin dewleta mezin a Yekîtiya Sovyetê bûn têde behsa wê yekê dike ku  Kurdên Yêrêvanê niyeta wan ew e ku komareke Kurdî ya serbixwe ava bikin ku Kurd bi xwe tê de hukum bikin. Ew nûçe û zanyarî yekser daxwazê ji sê karmendên Wezareta Derve ya Hikûmeta Brîtanî ye dike ku cuda raportên xwe li ser wê nûçeyê binivîsin û pirsyarê ji jora xwe bikin ku hemûyan jî daxwaz kiriye kopiyekê ji wê nameyê bidine Moskowê çûnkî ew bûyere girêdayî yekîtiya Sovyetê ye.

Tiştê ku karmendên Wezareta Derve ya Brîtanî herî zêde şok kir du tişt bûn: Ya yekem bandor û pozîsyona radyoya Dengê Îsraîlê ye, ku di wê demê de li seranserê cîhanê dihat weşandin û bandorek mezin li ser raya giştî dikir.

Ya duyemîn jî ew bû ku Kurdan hikûmeteke serbixwe ava kiribûn û plan dikirin ku di demek nêzîk de komarek Kurdî îlan bikin. Ji ber wê yekê tavilê naveroka raporan wergerand nameyekê û ew ji balyozxaneyên Brîtanî yên li Tehran, Bexda û Enqerê re şand.

Karbidestekî hikûmeta Brîtanî li Şamê jî bang li her çar aliyan kir ku eger di derbarê nûçeya li ser Kurdan de agahî hebin, wan agahdar bikin û derî vekin. Di wê demê de, kesayetekî zîrek ê Kurd wek (Mîr Kamîran Elî Bedirxan) derket holê û ji nûçeya ku di radyoya Dengê Îsraîlê de hatiye weşandin sûd wergirt û di cih de di 29ê Cotmeha 1948an de, ango tenê 26 roj piştî weşandina nûçeyê, bi navê şandeya Kurd a li Parîsê, wî yadaştek bi zimanê Fransî derbarê mafê çarenûsa neteweya Kurd de noteyek berfireh da (Sêr Ernest Bevney) Wezîrê Derve yê wê demê yê Brîtanyayê û Serokê Şandeya Hikûmeta Brîtanî ya li Neteweyên Yekbûyî. Ev name ji bo dîrokê pir mezin û girîng e.

Ji ber vê yekê, min fikirî ku baş e ku ez vê nameya girîng a Mîr Kamîran Elî Bedirxan şîrove bikim.

Destpêka yadaştnameyê wiha ye:

 (Birêz Cenabê Wezîr….

Şandeya Kurd xwedî rûmet e ku kopîyekê ji yadaştnameyê ku berê pêşkêşî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî kiriye, pêşkêşî we bike.

Ne edaletî, zordarî û derd û êşên gelê Kurd di çend dehsalên dawî de, ku piraniya wan ji helwestên nakok û nîvco derdikevin jêdera xwe girtiye, ku ew li hin deverên Kurdî hatine bicîhkirin û herî dawî ji ber terikandina kesên ku berpirsiyariya rêvebirina pergalek nû ya li ser bingeha azadî û Edaletê ji bo hemî neteweyan, nemaze ji bo bindestan, girtibûn ser xwe, hatine damezrandin.

Herdu şerên Cîhanê û hem jî Şerê Pîroz ê Mirovahiyê yê Nû ji bo Mafan bûne egera jidayîkbûna rêxrawek navneteweyî ya nû ku dê prensîbên mafê çarenûsî yê gelan û rêzgirtina mafên mirovan û azadiyên bingehîn rabighîne. Di vê rewşê de, mafên Kurdan hatine paşguhkirin û nayên zanîn) .

Divê Kurd şanaziyê bi wê yekê bike ku siyasetmedarek mezin, xwende û xwedî kesayetiyek wekî Kamîran Elî Bedirxan heye.

Ji ber ku heke hûn li pêşgotina nameya wî binêrin, hûn ê fêm bikin ka ew çiqas dîplomat bû, ku name bi awayekî wusa xweşik û edebî nivîsandiye. Eve ji bilî wê yekê ku tîne bîra Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Wezîrê Derve yê Brîtanyayê ku tenê Kurd di şerê mafên mirovan û demokrasiyê de ku piştî her du şerên cîhanê yên yekem û duyem ên wêranker ji mafên xwe bêpar mane, û divê mafên wan jî hebin.

Di beşek din a yadaştnameya xwe de, Kamîran Elî Bedirxan dinivîse: "Niha şandeya Kurdî bawer dike ku dem hatiye û erkê wê ew e ku yadaştnameyekê şirovekirinê pêşkêşî rayedarên neteweyên yekbûyî bike dakû li ser rewşa rastîn a li Kurdistanê binivîse û berçavên wan rontir bike. Di dema borî de neheqiyek wisa dikaribû bi awayekî bihata kirin, lê êdî nabê were xeyal kirin, ku di bin siya prensîbên nû yên yasayî yên dewletê de, êdî çarenûsa Kurdan bi tu hincetan nayê paşguh kirin".

Piştre Kamîran Badirxan dixwaze bigihîje bingeha pirsgirêkê, ku ew jî dayîna mafê çarenûsî li seranserê Kurdistanê ye ji bo Kurdan, ji ber vê yekê ew bi eşkereyî ji rayedarê Brîtanî re dibêje:

(Ji ber vê yekê pirsgirêka Kurd êdî ne tenê li ser dikê siyasî ye, lê ew beşek ji mafên mirovan e ku niha hene. Kurdên Iraqê ji ber jenosîd, nexweşî û nebûna dermanan jinav diçin, û di bin stemkariya rejîmek polîsî ya bêhempa de henaseya wean hatiye birîn û ji her azadiya sivîl û siyasî bêpar in.

Li Tirkiye û Îranê jî bi heman awayî bi Kurdan re tê reftar kirin, her çend destêwerdana Hêza asmanî ya Brîtaniya li Iraqê nebûya û alîkariya madî û manewî ya ji bo Tirkiye û Îranê nebûya , Kurdan dikarîbûn xwe bi çekan biparêzin. Lê wekî ku bûyerên di navbera her du şeran de îspat kirin, heta mafê şoreşê jî ji Kurdan hat stendin).

Şîyana Kamîran Elî Badirxan a nivîsandin û îfadekirina xwe ewqas bilind e ku ew kariye di van çend rêzan de binivîse û dengê Kurdan li hemû beşên Kurdistanê û rexnekirina welatên bihêz ên ku alîkariya dagirkeran li dijî Kurdan kirine, eger na, Kurdan dikarîbûn bi çekên xwe mafên xwe biparêzin, ji ber vê yekê li gorî hin dîroknas û lêkolîneran, paragrafa jorîn a yadaştnameyê, wezîrê Brîtanî bêsebir kiribûne.

Di paragrafa dawîn a yadaştnama xwe de, Kamîran Badirxan li ser rewşa xirab a li Kurdistanê ji ber encamên nedayîna mafên Kurdan weha dinivîse:

(Ji ber ku ev rewş bi tevahî li dijî prensîbên heyî ne, niha bêaramiyek û nezelaliyek heye ku dibe ku hegemoniyeke xemgîn li ser pêvajoya aştiyê li rojhilata nnavîn de hebe, Ji ber vê yekê, şandeya Kurd bi fikar û hestên bilind ên rayedarên ku serokatiya şandeya Brîtanî dikin, Ew xwedî rûmet e ku ji serokê şandeyê bixwaze ku bi destwerdana xwe ya bilind piştgirîya daxwazên Kurdan bike. Bi spasiya me ya dilsoz, Birêzê hêja, Ji kerema xwe silavên me yên pir bilind qebûl bikin). Îmzeya Mîr Kamîran Elî Badirxan….

                      Dr. Kemal Mezher                                        Sêr Ernest Bevney

Derbarê ev yadaştnameya ku Mîr Kamîran ji Wezîrê Derve yê Brîtanya û Sekreterê Giştî yê NY re bilind kiriye re. Dr. Kemal Mezher, ku bi ew yadaştnameye bo zimanê kurdî wergerandiye, dibêje:

(Dr. Kamîran Elî Bedirxan têgeheke sengîn û nû ya giranbiha li mîrata bêdawî ya xizmetên malbata Bedirxan zêde kir).

Bê guman, ev ne yadaşt û nameya dawî ya Mîr Kamîran bû, lê wî çend nameyên din ji bo heman armancê şandin û dê her û her ji bo Kurdan cihê şanazî û serbilindiyê be.

 Xelat/ Kurdistanî Nwê