Jivanê Kewê – Bîreweriyên Radyoya Kurdî li Bexdad
Rojnamevanê Dêrîn Cemal Berwarî, behsa bîreweriyên xwe yên dûr û dirêj li gel radyoya Kurdî ya Bexdadê dike û dibêje dema ew zarok bû wî name ji xelkê deverê re dinivîsî bo radyoyê û dawî ew bi xwe bûye pêşkêşkarê radyoyê.
Cemal Berwarî di Bernama (Jivanê Kewê) de ku kenalê Gelê Kurdistanê diweşîne ragihand û got; Sala 1950î em li gundekî Berwariyan bûn bi navê Dêrîşkê ser bi bajarokê Kanî Masê ku wî demî ez xwendekarê seretayî bûm. Wî demî xelkê peywendî bi radyoya Bexdadê re dikir û name jêre dişandin, wî wextî min ji bo xelkê gund kaxez dinivîsîn ku daxwaza stranan dikirin. sal hatin û sal çûn, em çûyîne Musilê û piştre em çûyîne Bexdadê, min li kolêja wêje ya beşa Kurdî xwend û bi alîkariya hindek mamoste û hevalên xwe ez çûme radyoya Kurdî ya Bexdadê û ez bûme bêjerê radyoyê.
Rojnamevan amaje bi wê yekê jî kir ku deriyê radyoya Bexdadê ji hemû hunermendan re vekirî bûn û gelek hunermend û stranêbjên Kurd dihatin radyoyê, ji ber wê jî ew hunermendên ku mala wan li Bexdadê bûn mafê wan hebû ku heyvê stranekê bû xwe tomar bikin, û ew hunermendên ku mala wan ji derveyî Bexdadê bûn mafê wan hebû 2 stranan bo xwe tomar bikin.
Got jî; Di wî demî de min hemû stranbêj û hunermend dîtine wek (Hesen Cezrawî, Gulbuhar, Nesrîn Şîrawanî , Mihemed Arifê Cizîrî û Îsa Berwarî û Tehsîn Taha, Eyaz û Erdewan Zaxoyî min hemûyê dîtine. Eve ji bilî hunermend (Mihemed Ceza û Tahîr Tofîq û Elî Merdan min dîtine ji bilî ewên ku berya min li wir bûn wek Meryem Xan û Hesen Zîrek min ew nedîtine. Her weha ji beşên din yên Kurdistanê jî Mihemed Şêxo tê bîra min hat radyoya Bexdadê li gel Mihemed Elî Şakir ku di serdema beyannameya 11 adarê bû di sala 1970`an de.
Mamosta Cemal Berwarî diyar jî kir ku bernameyên radyoya Bexdadê ya Kurdî di seat 5:30 sibehê destpê dikir bi dengê Kewan û piştre jî bi dengê Qurana pîroz nîv seatê û piştre jî hedîseke olî û piştre jî nûçe û stran û helbest bûn heya seat 2:00 piştî nîvê şevê.
Rojnamevanê Dêrîn Cemal Berwarî eşkere jî kir ku, ew heya sala 2003`an ew di radyoyê de kar kiriye.
Cemal Berwarî dîwanek wî ya helbestê bi navê (ew xewna min nedîtî) heye û pirtûkek bi navê (Ez û Mîkrofon) çap kiriye ku behsa ezmûna xwe ya radyoya Kurdî li Bexdadê dike. Her weha li gel du pirtûkên din bi zimanê Erebî.
Ji bo guhdarkirina xelekê vê lînkê bitikîne…
XELAT