Rufatên 41 Êzdiyan ji bo Şengalê hatine vegerandin

Rufatên 41 Êzdiyan ji bo Şengalê hatine vegerandin

Piştî dîtina gorên komî û aşkira kirina nasnameyên wan qurbaniyan, rufatên 41 kurdên Êzdî li warên xwe hatine veşartin.

Berpirsê nivîsîngeha vekirina gorên komî li sînorê devera Şengalê (Hisên Qaîdî) ragihand ku, îro di rêûresmekê de li ser monomênta Şengalê 41 rufatên Kurdên Êzdî piştî derxistina wan ji gorên komî radestî kesûkarên wan têne kirin û li çar goristanan têne veşartinê.

Hisên Qaîdî diyar jî kir ku ji wan 41 rufatan 20 rufat yê xelkê gundê Koco ne û 16 rufat jî xelkê Herdan, 3`ê rufat jî xelkê gundê Qinên û 2 rufat jî yên xelkê Xanesorê ne.

Piştî êrişên ser Şengalê di tebaxa 2014`an de beşek ji wan kesan ji aliyê teroîstan ve hatine revandin û kuştin û li 92 gorên komî hatine veşartinê û heta niha 55 ji wan goran hatine vekirin ku 242 rufat têde bûne.

Li gorî ajansa PUKMEDIA jî di niha 500 rufatên welatiyên Êzîdî di beşê dada pizîşkî de ne li Bexdadê û pişkînîna (DNA) bo wan cenazeyan tê kirin daku bên naskirin û piştre jî vegerînin Şengalê.

 

XELAT