Dengê Amerîka bi Kurdî bi temamî hate daxistin
Piştî 33ê salan ji xebatê Dengê Amerîka bi Kurdî hate daxistin ku di van 33 salan de bi dehan rojnamevanê bi şiyan ji her çar aliyên Kurdistanê bi herdû zaravayên kurdî (Kurmancî û Soranî) weşana radyoyê birêve birin.
Dengê Amerîka a Kurdî sala 1992`an dest bi weşana xwe kir ku tenê 15 xulek bûn û heta roja îro berdewam bû, radyoya Kurdî a Dengê Amerîka xizmetên mezin kirin di nasandina doza kurdî li cîhanê de.
Rojnamevanê kurd yê navdar (Robîn Reşvan) ku yek ji nifşê dawî yê radyoya Kurdî a dengê Amerîkayê bû , her weha rolek mezin û bi bandor hebû di gîhandina dengê gelê kurd bo hemû cîhanê, li ser rûpela xwe weha nivîsiye: "Piştî 16 salan karê min yê di Dengê Amerîka de îro bi fermî dawî bû. Îro ji 639 karmendên Dengê Amerîka re hate gotin ku ew ji kar hatine derxistin anku ez êdî bê kar im. Û êdî Dengê Amerîka nemaye…
Xatirxwestin qet ne hêsan e - nemaze ji bo cihekî ku min ewqas sal, enerjî û coş lê veberhênan kiriye. Di tevahiya dema xwe ya li VOA de, min li eniyên pêşîn ên rojnamegeriyê xebitî, mijarên tevlihev ên cîhanî - bi taybetî pirsa Kurd - vegot û dengên civakên ku pir caran nayên bihîstin bilind kir. Ew mîsyonek dijwar lê pir watedar û kesane bû.
Dema ku ev beş diqede, ez bi hêvî me û li ser tiştê ku paşê tê disekinim. Ez niha derfetên nû di rojnamegerî, şêwirmendiya medyayê, analîz, dîplomasiya giştî, têkiliyên giştî û ragihandina stratejîk de vedikolim - warên ku ez dikarim deng, têgihîştin û tora xwe bikar bînim da ku bandorek rastîn çêbikim."
Em jî bi navê stafa xelatê a kurmancî dilgiraniya xwe ji daxistina Dengê Amerîka tînin ziman û di heman demê de cansaxiyê û serkeftinê ji hevkarên xwe yên rojnamevanên Dengê Amerîka a Kurdî re dixwazin.


XELAT
