Zanîngeha Silêmaniyê ji bo yekemîn hevrikiyê dike

Zanîngeha Silêmaniyê ji bo yekemîn hevrikiyê dike

Zanîngeha Silêmaniyê li ser astê zanîngehên hikûmî û yên taybet li Herêma Kurdistanê di pileyê yekemîn de û li ser astê Êraqê jî pileya duyemîn bi dest xistiye.

Li gorî saziya (Index) ya zanistiya cîhanî, zanîngeha Silêmaniyê di sala 2024`an de li ser astê zanîngehên hikûmî û yên taybet li Herêma Kurdistanê pileya yekem û li ser astê Êraqê jî pileya duyemîn bi dest xistiye, saziyê bi piştgirêdan bi pîvanên (Google Scholar), nirxandin ji bo vekolînên lêkolînerên zanîngehan dike.

Zanîngeha Silêmaniyê jî dibêje; ew serkeftine nîşana wê yekê ye ku, zanîngeha Silêmanî di warê bihêzî û asta xwe ya bilind û bandora vekolînên lêkolîneran de bi berdewamî di pêşveçûneke berçav û lez de ye.

 Jêder: Kurdistanî Nwê

XELAT