Ji bîreweriyên siyasetmedarê Kurd yê navdar "Yûsif Zozanî"
Siyasetmedarê Kurd yê navdar Yûsif Zozanî got: Carekê rojnamevanekî biyanî pirsyara wê yekê li Mam Celal kir, ku çawa çêdibe û tu dikarê li gorî rojê siyaset û tektîkan biguherê.
Cenabê Mam Celal jî ji rojnamevanê biyanî re got: Ez şofêrê şemendoferê (Trênê) nînim ku ez li ser yek xetê biçim. Ez kaptanê keştiyeke mezin im di okyanûseke mezin de me, divê ez kêlî bi kêlî hişyar bim û tektîka xwe li gorî pêşketin û guhertinan biguherim. Ji ber ku berpirsyartî û selametiya keştiyê û rêwiyan di stûyê min de ye. Heta ku ez wan bighînim perava ewle.
Sekoya Kurmancî
