Çend Peyvên Nîştîmanî yên Talebanî

Çend Peyvên Nîştîmanî yên Talebanî

Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê `Bafil Celal Talebanî` tekez kir ku, YNK`ê weku zemanê rewanşad Serok Mam Celal Talebanî lêhatiye, yekîtiyeke bihêz û yekgirtiye û ew sozên ku me dabûn heta niha me bicih anîne.

Bafil Celal Talebanî bi boneya hilbijartinên parlemena Kurdistanê peyamek weşand û got: Eger hûn dixwazin guhertinên rasteqîne bikin, roja 20/10 derfete, deng bidin bi wê hizbê ku dikare Kurdistanê rêk bixe ku jiyana we baş bike.

Talebanî weha pêde çû: Ez nabêjim YNK`ê şaşîtî nekirine, belê YNK`ê gelek pirsgirêk hebûne, weku hemû malek ku bavê xwe nemîne, ew mal rastî kêşeyan tê, lê belê bi dilxweşî îro Yekîtî bihêze û îro YNK`ê yek denge.

Bafil Celal Talebanî da zanîn ku ew bi yek çavî li Kurdistanê dinêrin ji Zaxo heta Xaneqînê, hemû Kurdin û em xizmeta hemû Kurdistanê dikin û emê cudahiyê di navbera bajaran de nehêlin.

Talebanî bang li gel jî kir û got: Derfetekê  bidin min wekû Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, ev Yekîtiya taze di van sê salan de me gelek tiştên hêja û mezin kirin, me qanûna hilbijartinê guherî û me ji we re got, emê Kerkûkê kesk bikin, me kir. Li hemberî hemû neyarên Kurdistanê û çend hêzên navdewletî min ji wan re got; emê parêzgarê Kerkûkê vegerînin destê Kurd û bo YNK`ê û me ew jî kir.

Di dawiya axaftina xwe de bang li malbatên şehîdan û kêmendaman û zindaniyên siyasî , Pêşmergeyên qehreman û got; Yektîiya ku hûn dixwazin eve ye, yekrêz û bihêz , yekîtiyek ku bi tena xwe li hemberî neyar û dijminên Kurdistanê radiweste, yekîtiyek ku niha gotina wê li Bexdadê dimeşe, yekîtiyek ku peywendiyên xwe li gel welatên cîhanê weku zemanê Mam Celal lêhatiye. Divê deng bidin bi YNK`ê, jiber ku eger (Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê) sozek da, cîbicî dike. Tenê YNK`ê dikare ev hukimraniya ne dadperwer rêkbixe û raste bike tenê YNK`ê û BES.

 

XELAT