Mam Celal behsa çend çîrok û biserhatên xwe dike
Mam Celal: Ez bi xwe gelekî ji çîrok û nukteyan hez dikim
Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de-12
Xeleka/12
Amadekirin: Rêbwar Star
Rewanşad Serok Mam Celal derbarê hindek aliyên jiyana xwe ji bo radyoya Malbenda Silêmaniyê axiviye.
Êvara roja 25/12/2000 heval Mam Celal di giftûgoyeke radyoyî de digel radyoya melbenda Silêmaniyê derbarê hindek aliyên taybet ên jiyana xwe ji bo guhdarên radyoyê axiviye, ew giftûgo demjimêrekê dirêj kiriye û ev çavpêkeftin di demjimêr 11 pêş nîvro di sibeha yekemîn roja cejnê di radyoya melbenda Silêmaniyê de hatibû weşandinê.
Pirs: Di dema semîner û civînên xwe de hûn biserhatên xweş vedibêjin û gelekî kêm hûn dubare dikin, ew biserhatên ku hûn vedibêjin ji ku wan bidest dixin?
Bersiva Mam Celal:
Mebesta te (pêkenoke) nukte ye?
Pirs: Nukteyek be yan biserhatekî xweş be?
Bersiva Mam Celal:
Ez bi xwe gelekî ji nukte (pêkenokan) hez dikim, ê paşê, ez gelekî li dunyayê geriyame û min dîtiye, min gelek tişt xwendine, ez gelekî kovaran dixwînim, ji wan tiştan fêr dibim û bikar tînim.
Pirs: Niha çi nukteyek xweş li ba we heye ji me re bêjin yan biserhatekî xweş?
Bersiva Mam Celal:
Îca ez çi nukteyekê ji were bêjim…. Niha tiştekî wisa bîra min nayê, biserhat jî, tu çi dixwazî ji were bêjim?.... Gelek tişt biserê min hatine, başe ka ez nukteyek gelek ecêb ji bo we vebêjim…. Ez ji Lîbiya vegeriyam, birader (Muammer Qezafî) û hin biraderên me yên din li Lîbiyayê cil dane min, cilên Lîbî, ez jî hatim û min biryar da ku cilên kurdî ji wan re bişînim, min bang li Dr. Xidir birayê Dr. Fuadê me kir, min jêre got Dr. Xidir, ji min re 8-9 -10 şalên kurdî hazir bike, lê bila her yek ji wan bi curekî be û her yek jî bi rengekî be, min gotê ez dê wan şalan bişînim bo Lîbyayê ji bo wan biraderan.
Dr. Xidir got: Gelekî başe. Ew jî kaxezekê dinivîse û dişîne ji kak (Refîq Pişderî) re, (xelkê Koye ji Şalan re dibêjin `kir`) jêre dinivîse û dibêje ewqas `kir` ji me re bişînin. Sibehekê ez rabûm min dît, wî demî mala me jî du odan pêkhatibû , di odeyekê de ez û Hêroxanê me lê xew dikir û odeya din jî weku ofîs û odeya mêvanan me bikar dianî, min seyr kir ku 8-9-10 nêreker li pêşiya mala me dizirrin, ji zirrîna nêrekeran ez bi xwe hesiyam, min got eve çiye? Gotin wela kak (Refîq) ev şandine, min jî telefonî kak Refîq kir, wî demî telefona min hebû, min gotê kak Refîq eve çiye? Got: min ker ji tere şandine, min gotê: kerê çi? Gote min: Hîmar, Hîmar (bi erebî) daku tekez bike, min gotê eve çawa dibe ? … kak Refqî got: Dr. Xisir daxwaz kiribûn li ser navê we û her yek jî ji rengekî ye….. , îca bi rastî jî her yek ji wan nêrekeran bi rengekî bûn. Ez jî gelek aciz bûm çûnkî Dr. Xidir car caran nukteyên weha hebûn û bi rastî min bi acizî telefonî Dr. Xidir kir û min gotê; eve çiye doktor te çi kiriye? Wî jî gote min; Mam Celal neaxive vaye ez têm ba te û bila ew jî (kak Refîq) jî were û bila kaxeza ku min jêre şandiye ligel xwe bîne, ku min jêre çi nivîsî bûye. Wela dema ku hatin, Dr. Xidir nivîsîbû (kir) kak Refîq jî (kir) bi `ker` xwendibû, çûbû li şûna 10 kiran (şalan) 10 ker kirîbûn.
Çîrokeke din her ya Dr. Xidir dixwazim ji were bêjim. Cîgirê efserekî ereb yê leşkerî li ba me êsîr (dîl) hatibû girtin, ew cîgir efser xelkê navçeya (Dore) ya Êraqê bû, carekê em çûne dev (Îzet Dorî) wî ji me re behs kir û got; eger hûn axaftinên baş bikin xelk jî wê bi başî behsa we bike, yan eger hûn tiştên xirab bikin xelk wê bi xirapî behsa we bikin.
Îzet Dorî, ev çîroke ji mer behs kir û got; Serok eşîreta wî kurî (cîgir efserî) yê hatibû girtin jê dipirsin û dibêjin kurê wan li ku hatiye girtinê û ew jî (Îzet Dorî) dibêje (li cem muxerîbîn-têkderan), ew jî weha tê dighîjin ku (têkder – muxerîbîn) eşîretekin weku eşîrên din û jê dipirsin gelo ew (têkder) li ku ne? ew jî ji eşîretê re dibêje ku; li aliyê devera Qeladizê ne li Şênê, û ew jî zelamekî ereb yê birêz bûye û bi (e`ba û egala) xwe tê navçeya Şênê û Dr. Xidir diçe pêşiya wan û ji wan bi erebî dipirsî (Ha mam tu çi dixwazî?) ew zelamê ereb jî dibêje ez hatime cem serokê (muxerîbînan- têkderan) û hal û mesele eve ye. Dr. Xidir jî dibêje wî: Were ez te bibim dev serokê muxerîbînan. Wele ew înan dev min û bi min da nasandinê û gote serok eşîrê ereb: Eve serokê muxerîbînane. Ez jî li pêşiya wî rabûm, zelamê ereb got: ey serokê (muxerîbîn) karê zelaman bi zelam dikeve zelam diçin dev zelaman, welahî serokê muxerîbînan, kurekî me li cem we girtiye û tu çi bixwazî ji bilî jinan, jiber ku me jin tune ne, em bidin te , eger na tu pere yan çek dixwazî emê hemû tiştî bidin, bes kurê me serbest berde. Min jî jêre got serçavan, ezê kurê te berdim. min zanî ku ew wateya (muxerîbîn) nizane çiye û hatiye xapandinê. Min jêre got ku bi mercê ku nanê nîvro li cem me bixwî û ez niha dişînim daku kurê te were, wî got, serçavan. Min şand dûv kurê wî dema ku hat destê wî maç kir û li wir rûnişt û min jêre got; êdî tu azadî û tê biçî.
Şêxê eşîretê destpêkir û gote min: Ey serokê muxerîbînan êdî ez qet ji ber bare qenciya te dernakevim, vê camêriya te heta roja qiyametê ji bîra min naçê, welahî ey serokê muxerîbînan ev rindiya te qet jibîra min naçê , bi taybetî ku qet tiştekî naxwazê ,…. kurê wî serê xwe nêzîkî guhê wî kir, diyarbû jêre got: Apo weha nebêje welahî pişîman bûye û gotî welahî……. Cinûyek bi hikûmetê da û got; lanet li wan were ..wan em wisa fêrkirine, welahî hûn muxerîb nînin, hûn weha û weha zelamê başin. Min jêre got tişt nabe guhê xwe nedê…. Îca dema ku çûbû li her civatekê rûniştibû, pesna me dabû. Îzet Dorî jî ew çîrok ji min re vegot; eger meriv başî bikî weha dibe.
Îzet Dorî gote min: Ew serok eşîret li her civatekê rûdinişt pesna we dida, heta ku rêveberiyên ewlekatiyê ji Îzet Dorî re gotibûn here ew xizmê xwe bêdeng bike bila êdî hew pesna wan bikî, ew serok eşîr xizmê Îzet Dorî bûye jiber wê jêre gotibûn bila ji wî re bêjî ku propagandeya (YNK – muxerîbînan) nekî û li her civatekê rûdinê pesa wan dide…. Îzet Dorî got: ez çûme ba wî û min jêre got ku ewqas pesna wan mede.
Îzet Dorî got: Welahî dema ku ez biser wî de çûm pesna we dikir û ez dîtim gotina xwe nebirî û bi dengê bilind got: Welahî eve Îzet jî hat, lê belê welahî ew muxerîb nînin belku ew zelamên camêr û gelekî başin, dema ez çûm ba wan (Mam Celal) ewqas merd bûn û weha û weha bûn. Îzet Dorî jî jêre dibêje: Apo ez hatime taku ji tere bêjim ku ewqas propagandayê ji wan re nekî. Mebesta wî ew bû ku eger tu başî bikî li gel xelkê, weha xelk jî bi başî behsa meriv dike.
Dewamî heye….
Xelat/ Pirtûka: Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de
Ji Soranî/ Dawûd Çîçek
Xelat
