Gulîstan Kavak hilgira xelata `Dyslixia` ya 2023`an a Swêdê ye
Gulîstan Kavak hilgira xelata `Dyslixia` ya 2023`an a Swêdê ye
Gulîstan Kavak: Nexwendevanî kêmendamiyeke ne dîtbar e
Hevpeyvîn: Dilşa Yûsûf /Swêd
Gulîstan Kavak nivîskar, civaknas û rojnamevan, di sala 1990 de li Swêd ji dayik bûye. li Stockholm ê, paytexta Swêd ê demekê wek şêwirmenda dibistanê xebitî ye. Lê niha ew karê rojnamegeriyê di kenala fermî ya dewletê SVT de dike. Malbata wê bi esil xelkê Nisêbînê-Bakurê Kurdistanê ne, lê ji mêjve koçî Swêdê bûne. Bi hatina malbata wê ji Swêd ê re, pêşberî çendîn pirsgirêkan dibin, ji ber ku bav û dayika wê nexwendevan bûn e, zehmetiyek mezin gişandine di jiyanê de û di tevlêbûna civaka Swêdî de. Gulîstan di temenê 5 salî de neçar maye ji bav û dayika xwe re karê wergerê bike li dibistanê û li dam û dezgehên dewletê yên fermî.
Gulîstan piştî ku mezin dibe û karê şêwirmendiyê dike li dibistanan, rojane li karê xwe, bi heman probleman re rûbirû dimîne. Gelek şagirdên wê yên biyanî, ji dayik û bavên xwe yên nexwendevan re kerê wergêriyê dikin.
Ji ber vê sedemê Gulîstan pirsgirêka nexwendevaniyê wek kêmendamiyeke ( seqetiyeke) nedîtbar dike mijara pirtûka xwe ya yekemîn ku bi navê ( Nexwendevanî- ew kêmendamiya ne dîtbar) ku di sala 2022 de ji weşaxana Lava li Swêd hat weşandin. Di pirtûkê de Gulîstan behsa serpêhatiyên jiyana xwe û ya malbata xwe dike û gelek lêkolîn û statîstîkên giring derbarî mesela nexwendavaniyê li Swêdê kiriye mijarên pirtûka xwe. Pirtûka wê ji ber giringîya naveroka xwe, xelata mîrê Swêdê (Carl Philip) ya taybet bi Dyslexia (tengasiya xwendinê) ya 2023 yan wergirt.
Gulîstan di pirtûka xwe de hevpeyivîn bi kesên cihêreng ên ku xwedî ezmûna nexwendevaniyê ne kiriye. Her weha lêkolîn li ser rewşa welat û şîret û mînakên hînkirinê pêşkêş dike. Ew xweşik rave dike bê nexwendevanî çi ye û mirov dikare çi amûran bikar bîne dema ku mirov bi kesên nexwendevan re hevdîtinê bike, hem ji bo kesên ku bi nexwendeyan re dixebitin û hem jî ji bo kesên ku tenê têkildarin.
Komîteya serpereştiya xelata (Dyslexia) ku Gulîstan hêjayê vê xelatê dît û wê ji nava zêdetrî sed kesî hilbijart, sedema bexşîna xelatê ji wê re bi vî awayî şîrove dike:
“Gulîstan Kavak bi xebatên xwe yên ku derbarê nexwendevaniyê û dyslexia de,hişyariyê dide û tiştên nexuyan xuya dike.
Wekî zarokekê, ew neçar dibû rola dê û bavtiyê ji dê û bavê xwe re bike û pêwêstiyên wan bi cihbîne.
Gulîstan bi zanebûna xwe ya pîşeyî û ezmûna xwe ya kesane, nîşan dide ku desthilatdarî û civak dikarin xwedî zanîn bin û bihêlin herkes agahiyan bi destbîne. Gulîstan daxwaza cîhanekê dike ku şert û mercên tevlêbûnê ji her kesî re tê de bê dabînkirin".
Her weha di 2022 an de Gulîstan pirtûkek taybet ji bo zarokan weşand bi navê ( Diya min nizane bixwîne û binivîsîne). Mijara pirtûka wê çîroka dayikek Kurd e ku nizane bixwîne û binivîsîne, kurê wê (Zagros) yê biçûk alîkariya wê dike ji bo birêvebirina karûbarên jiyanê û bazarkirinê.
Eve jî naveroka hevpeyvîna rojnameya Xelatê digel Gulîstan Kavakê ye:
Rojnameya Xelat: Di encama serpêhatiya jiyan û lîkolînên te de, tu nexwendevaniyê çawa dide nasîn?
Gulîstan Kavak: Ez ê bi danasîna vê yekê destpêbikim ku nexwendevanî ew e ku mirov qet neçûye dibistanê an jî mirov ji 4 salan kêmtir çûye dibistanê. Ez di pirtûka xwe de ji we re behsa ezmûna xwe ya zarokatiyê dikim, ku ez bi du dê û bavên nexwendevan re mezin bûm e. Paşê di pirtûkê de min bi xwuşk û birayên xwe û bi dê û bavê xwe re jî hevpeyvîn kir. Piştî wê, min bi doktorê malbatê, mamosteyên me yên dibistana seretayî, berpirsê me yê li xizmetguzariya civakî re jî hevpeyivîn kir, derbarî ku bi çi awayî serederî di gel malbata me dikirin. Paşê, min bi mamosteyên ku bi kesên nexwendevan re kar dikin re jî hevpeyvîn kir, min bi du kurdên din ên ku bi dê û bavên nexwendevan re mezin bûne re jî hevpeyvîn kir. Yek ji wan Serkan Köse ye ku niha di Parlamentoya Swêdê de cih digire û ya din jî Hedye Gûzel e ku niha rêvebera ragihandinê ya Yekîtiya Bijîşkan e. Dibêjin ka ew çawa gihîştine cihê ku îro lê ne, tevî ku ji bo dersên malê qet alîkarî ji malê wernegirtine. Wekî din, min hevpeyvîn bi kurdekî ku ketibû riya tawankariyê jî kir, ku ew jî bi du dê û bavên nexwenda re mezin bû. Paşê lêkolîn û statîstîkên ku min bi xwe kirine hene. Ji bo min, giring e ku mirov bi mirovên cihêreng re hevpeyivîn bike da ku li ser vê yekê nêrînên cûda werbigre.
Rojnameya Xelat: Dyslexia, ango tengasiya xwendinê çiye gelo? Û çawa karîgeriya xwe li jiyana mirovan dike?
Gulîstan Kavak: Dyslexia seqetiyeke di mejî de ye, tê vê wateyê ku mirov di fêrbûna xwendin, nivîsandin, rastnivîsandin û têgihiştina nivîsê de dijwariyê dibîne. Têkiliya dyslexia bi jêhatîbûn an jîrbûnê re tune ye, lê li ser wê yekê ye ku mejî çawa dengên ziman dixebitîne û nivîsa nivîskî fam dike. Dyslexia nayê derman kirin, lê bi piştgirî û alîkariyê, dyslexia ne hewce ye ku di jiyanê de bibe astengî. Wek nimûne, li şûna xwendina nivîsekê, ji bo kesên astengdar, guhdarîkirina nivîsekê dikare alîkar be.
Nimûne ji bo têgihîştina min, berovajî kesekî ku ne xwedî dyslexia ye, pêdivî ye ku ez çar carî bêtir nivîsekê bixwînim. Kesê ku dyslexia wî tune be, nivîsekê tenê carekê dixwîne. Wata pêdivî ye ku mirov xwedî enerjî û armanc û îrade be ku mirov bi xwendina xwe re mijûl bibe.
Rojnameya Xelat: Çi cûdahî heye di navbera ku mirov nexwendevan be li welatê xwe û piştî ku mirov koçberî welatekî biyanî dibe?
Kavak: Ez bawerim ku li gelek welatên paşkeftî, piraniya nifûsa wan nexwendevanin. Amûr û karûbar têne guheztin, Mînak, pir tişt bi devkî tên kirin, berovajî Swêd ku em di civakek agahdariyê de dijîn, ku hema hema her tişt tê xwendin û nivîsandin. Gava ku mirov ji welatekî tê welatekî din, dijwariyên jiyanê ducar dibin. Mirov ne dikarin bi zimanê xwe biaxivin û ne jî bixwînin û binivîsin. Heger tu ji Sûriyê hatî Swêdê, bo nimûne, û li Sûriyê mamosteyekî perwerdekaiyê bûyî, divê tu alfabêteke nû û zimanekî nû hîn bibî, ji ber ku li Sûriyê alfabêta erebî û li Swêd ê alfabêta latînî heye. Dê û bavên min li welatê xwe bi rastî rewşa wan cûda bû. Ew jî mîna her dê û bavên din ku li wir dijîn, her tişt bi devkî dikirin. Ger hewceyê avakerekî bana, wan ji dora xwe dipirsîn gelo kesek avakerekî nas dike. Li welatekî wek Swêdê, pêdivî ye ku mirov li avakerekî bi xwe bigere. Mirov hewceye ku fatûreyên xwe bi piranî bi riya dîjîtal bide û dibe ku di fatûreyê de peyvên dijwar hebin ku mirov her gav jê fam nake. Bi rastî li welatekî wek Swêdê eger mirov nikaribe bixwîne û binivîse, mirov wek seqeta ye. Mirov dikeve nava pevçûn û nakokiyên çandî de.
Rojnameya Xelat: Di pirtûka xwe de(Nexwendevanî- ew kêmendamiya ne dîtbar) te diyar kiriye ku nêzîkî 780 hezar kes li Swêd nikarin bixwînin û binivîsin, tu çawa vê statîstîkê şîrove dike li welatekî wekî Swêd pêşketê di warê perwerdehiyê de?
Kavak: Di nav van statîstîkan de kesên ji welatên ku qet xwendina wan tune ye, kesên kêmendamên cihêreng, kesên ku pirsgirêkên wan bi maddeyên hişber re hene, zarokên ku ji ber nexweşiyên derûnî naçin dibistanê hene. Ew kesên ku bi giranî di kategoriya nexwendevanan de ne ev in. Ev mirov li seranserî cîhanê têne dîtin, lê belê, hemî welat di nav van statîstkan de nînin. Gelek kes ji vê hejmarê matmayî man, lê ez ewqasî matmayî ne mam. Ji ber ku ez dizanim ku pergala dibistanê ya îroyîn a ku em tê de ne, wek nimûne li Swêd, ji her kesî re ne libare, her çendî Zagonên Perwerdehiyê dibêje ku her xwendekarek li gor rewşa xwe xwedî mafê dibistanek libare. Pêdivî ye ku dibistan ji bo her kesekê xwe biguncîne. Lê mixabin dema ku şaredarî pereyê dibistanê kêm dikin, dabînkirina wan ji bo karmendên dibistanê dijwar dibe. Ji ber vê yekê ev asta here kême. Pir tişt bi siyasetmedarên ku welat birêve dibin û kîjan partî li Swêdê birêve dibe ve girêdayî ye. Dema ku pereyên diyarkirî ji dibistanê re kêm dibe, çavkaniyên dibistanê jî kêm dibin û ji bo perwerdekaran derfeta hînkirinê ji her kesî re li gora pêwîstiya wan her ku diçe dijwartir dibe.
Rojnameya Xelat: Tu kê berpirs dibîne di ber nexwendevaniyê de, kes bi xwe, yan desthildarî?
Gulîstan Kavak: Berî her tiştî divê şert û mercên guncaw hebin ku her kes bikaribe fêrî xwendin û nivîsandinê bibe. Dûv re şert û mercên kes bi xwe xwedî giringiyeke mezine, ku ew xwe fêrî xwendin an nivîsandinê bike. Di heman demê de divê îradeyek ferdî hebe û her weha giring e ku malbat çanda xwendinê biafirîne û girîngiya çûna dibistanê ji zarokên xwe re diyar bike. Ez difikirim, wekî mînak, heke mirov ji welatekî şer lê lidarketiye bireve, dibe ku mirov pêş her tiştî hewceyî bi dermankirna tenduristiya xwe ya derûnî hebe, û piştre mirov diçe dibistanê. Em hemû mirov xwedî dîrokek bê hempa ne. Ez nizanim li her derê çi bi serê her kesî hatiye . Lê tiştê ku ez baş dizanim ewe ku pêdivî ye mirov ji hêla derûnî û laşî ve xwe baş hest bike, da ku zanînê bistîne. Ez wisa difikirim ku di malbata min de şeş zarok hene û em hemû xwedî bawernameyên zanîngehê ne, eger dibistana Swêdî bê pere nebûya û dê û bavên me çanda xwendinê di zarokên xwe de çênekirina, dê tu kesî ji me nikarîbûya li zanîngehê bixwîne. Ji ber ku dê û bavê min nikaribûn derdanên xwendina me bidin. Ji ber vê yekê ez difikirim ku kes bi xwe şert û mercan ji bo xwe diafirîne û biryarê dide.


![]() |
|


XElAT


