Mam Celal û gotara pêkvejiyan û biratî li Kerkûkê

Mam Celal û gotara pêkvejiyan û biratî li Kerkûkê

Roja şemiyê 12/4/2003 rewanşad Serok Mam Celal Talebanî li gel rûsipî û serokên êlên Ereb û Tirkmanan li bajarê Kerkûkê civiyabû û gotarek pêşkêş kiribû, di vê nivîsê de em çend gotinên bijarde yên gotara Mam Celal pêşkêşî xelkê xwe yê Kurmanc dikin.

Mam Celal di wê civînê de dibêje:

"Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê û hemû tevgera Kurdî dibêje ku; bajarê Kerkûkê bajarê biratiya netewane û bajarekî Kurda û Tirkmenan û ya Erebane, her weha bajarê birayên me yên Kelduaşûriyane jî û para wan jî têde heye."

"Bajarê Kerkûkê divê bibe sembola biratî û hevwelatîbûna Êraqê ya rasteqîne li ser binemayê wekheviya di navbera hemu pêkhateyan de."

"Divê me hemûyan mafê jiyanê hebe li her parçeyekî Êraqê lê belê ji bo egerên rasteqînê be, wek nimûne em ne li dijî nîştecihbûna birayên Erebin li Silêmaniyê yan li Hewelêrê yan li Selahedînê yan li her devereke Êraqê di heman demê de divê Kurd û Tirkmen jî li Bexdadê hebin, lê du curên nîşteciuhbûnê hene, nîştecihbûna normal û ya din nîştecihbûna şofînî ji bo guherîna demografiya navçeyan."

"Kurd û Tirkman bi sedê salan li vî bajarî jiyayîne, birayên me yên ereb jî ji destpêka damezrandina dewleta Êraqê ve hatine nava vî bajarî wekû karmendên hikûmî yan weku karker , di heman demê de devera Hiwêce ya ser bi Kerkûkê heye ku êlên ereb ji serdemên kevin de lê dijîn."

"Em ne li dijî wê yekê ne ku birayên ereb bikevin vî bajarî û em ji wan re bêjin hûn bi xêr hatin (Ehlen û sehlen), lê ev hatin û nîştecihbûn divê weku welatiyekî Êraqî be ne bi armanca guhertina demografî û netewî ya deverê be. Sebaret bi birayên me yên Tirkman jî ew bi sedê salane li vî bajarî jiyana xwe derbas kirine bo wê jî ev bajar ya wane jî wek çawa ya Kurd û Ereban be."

"Min îro daxuyaniyek da kenala (CNN) û min got: Me berê peywendiyên baş li gel Îran û Tirkiyê û Sûriyê ava dikirin û me guhdarî wan dikir, lê piştî ku dewleta Êraqê ya demokratîk avabû, divê ew dewleta Êraqê weku dewlet muxatab bigrin, divê serederiyê ligel dewleta navendî ya Êraqê bikin ku xwedî serwerî ye, wek nimûne eger Sûriyê deriyê Musilê veke û bêje Musil ya Erebane wê demî Kurd jî wê deriyê (Qamişlo) vekin, yan eger Îranî deriyê Kerbela û Necefê vekin û bêjin ya Farisane, Kurd wê deriyê (Sine û Kermanşahê) vekin, her weha eger Tirkiyê deriyê Kerkûkê veke, Kurd jî wê deriyê Diyarbekirê (Amedê) û deverên dinê vekin, wî demî tevlîheviyek mezin wê li Rojhilata Navîn çê bibe û eve jî nayê qebûl kirin. Ev parêzgeh navê wê Kerkûke û divê navê Kerkûka xweşewîst vegere vê parêzgehê."

"Em desthilatekî Kurdî, Tirkmanî, Erebî û Kelduaşûrî li Kerkûkê dixwazin, Kerkûk dikare bibe wek bajarê (Brokselê) ku têde sê netew pêkve dijîn, Kerkûk divê rêveberiyek wê ya hevbeş hebe ji xelkê wê bi xwe, ji ereb û Kurd û Tirkmenan, bi bê hewldanên guherîna demografî li navçeyê çi bi erebkirin yan kurd kirin yan jî tirk kirin, ev bajar ya hemûyan û wekî sembola yekîtiya netewî ye û bi îzna xwedê ev bajar wê bibe sembola biratî û pêkvejiyanê û em  bi hevre di xêrê de bijîn."

 "Emê bi hemû hêza xwe Kurd û Ereb û Tirkmenan li vî bajarî biparêzin û eger pêwîstiya we bi me çêbû em texsîr nakin daku ev Kerkûk bibe bajarê biratiya rasteqîne."

"Em dixwazin ji nûve Êraqê yek bixin û emê wê yekbûnê ji Kerkûkê destpê bikin çûnkî Kerkûk hatibû parçe kirin, Kifrî xistibûn ser parêzgeha Diyale û Çemçemal ser bi Silêmaniyê û Dozxurmato ser bi Selahedînê, di demekê de divê ew hemû navçe ser bi Kerkûkê bin , Kerkûka kevin û ev jî siyaseta me ye."


 Ji Erebî : Dawûd Çîçek 

XELAT