Dîroka Kurdên Xorasanê binase

Dîroka Kurdên Xorasanê binase

Kurdên Xorasanê, navê kurdên ku li parêzgehên Xorasana Bakur û Xorasana Rezewî li bakurê rojhilatê Îranê, li ser snorê Îran û Tirkmenistanê jiyan dikin. Li her du parêzgehên Xorasanê nêzîkî 696 gundên kurdên Xorasanê li herêmê hene.

Bi giranî li parêzgeha Xorasanê, Xorasana Rezewî û Gulistanê dijîn. Ew bi zaravaya kurmancî diaxivin û bi pirranî misilmanên şiî ne. Hejmara wan bi texmîneke nefermî digihêje 2 milyonan.

Mezinahiya erdnigariya Xorasanê digihêje 64.144 km2. Çemê herî mezin yê herêmê Çemê Atrak e, ji berfa helandî ya çiyayên Hezar Mescîd pêk tê û diherike behra Kaspî.

Dîroka bicihbûnê

Tê zanîn ku êlên kurd di dema Xanedana Safewî de, di nava salên 1598 û 1602 de li Xorasanê hatine bicihkirin. Di sedsala 16mîn de Xanedaniya Safewî (Îranî) û Osmanî reqîbên hev bûn. Ji ber ku ev du emperatoriyên mezin bi hev re şerên dikirin, Kurd di nava Osmaniyên Sunnî û Safawiyên şîî mabûn. Di şerê Xaldiranê yê sala 1514an de, şahê safawî li hemberî osmaniyan lê dide. Weke encama vî şerî, sînoreke tampon di nava emperatoriyên osmanî û ya farisî tê avakirin û bi vî rengî kurd di nava her du emperatoriyan de tên perçekirin. Bi vî havî ji 45.000'an zêdetir malbatên kurd ên şîî koçî emperaoriya safawî dikin, lewra sedema koçkirinê jî bi giranî siyasî bû. Di dema Qacarê de ji Xorasana bakûr re digotin 'Kurdistan'.

Gava eşîrên kurd xwe li Xorasanê bi cih dikin şerên dijwar di navbera wan û gelên din de (tirkmen, ûzbek, tatar…) diqewimin. Ew ji welatê xwe 1500 - 2000 km dûr bin jî, axa beyanî bi ked û xebat ji xwe re kirin welat.

Armanca bicihkirina Kurdan li Xorasanê ev bû ku bila ew sînora emperatoriya farisî ji êrîşên ûzbekî biparêzin, çimkî di sedsala 15emîn de kurd bi şervaniyê bi nav û deng bûn. Herwiha, encameke din a koçkirinê jî bêguman zeîfkirina hêza kurd li rojhilata navîn bû. Bi vî havî, kurd ji ber dilpakiya wan a li hemberî şahê Safawî ji bo parastin û mijarên din ên emperatoriyê hatin bikaranîn.

Îro li Xorasanê nêzî 2 mîlyon kurd dijîn. Ji wan 60% li gundan, 35% li bajaran dijîn û 5% jî weke rêwend/koçber jiyana xwe derbas dikin. Pirraniya wan bi zaravayê kurmancî xeber didin.

Gerez bê gotin ku kurdên Xorasanê, piştî ku li Xorasanê hatin bicihkirin, nêzî 415 sal ji Kurdistana mezin îzole mabûn. Rastebîniyek e ku heta sedsala 20an ti rêxistinên civakî, çandî û siyasî nehatine damezirandin. Gelek serok, zanyar û nivîskar hatine binpêkirin an jî kuştin.

Çand û huner

Mixabin ku di derbarê kurdên Xorasanê de mirov rastî gelek agahiyan nayê. Nivîs û agahiyên derheqê wan hebin jî, ew bi gelemperî bi zimanê farisî ango bi kurdiya erebî hatine nivîsandin. Lê di kilam û vîdeoyên Yelda Ebasî û Mohsen Mirzazadeh de, mirov dê nasbike ku kurdên Xorasanê çiqas xwedî li çand û hunera xwe derketine. Lewra meriv kare bibêje ku kurdên Xorasanê çiqas ji hêla erdnigariyê ve ji Kurdistanê dûr bibin jî, bi ziman, çand û hunera xwe pir nêzîkî Kurdistanê ne.

Kurdên Xoresanê bi dengbêjên xwe bi nav û deng in. Muzîk û huner ji bo wan gelek girîng e, ji ber ku ew navnîşana nasnameya wan e.

Ji bo ku çand û hunera xwe biparêzinm kurdên Xorasanê her salê carek Cejna Çand û Hunera Kurdên Xorasanê pîroz dikin. Di van pîrozbahiyan de bi taybetî muzîk, cil û berg û helbestvanên Xorasanê tên pêşkêşkirin. Li gorî hin kurdologan, rênexistinbûyî û pêşneketina çand û hunera kurdên Xorasanê ji rewşa xirab a perwerdehî û aboriya herêmê tê. Heta demekê xwendevanên zaningehê kovarên bi navê Kurmanj û Dengê Kurmanc dimeşandin, û evya tenê weke xizmeteke mezin ji pêşxistina çand û hunera herêmê tê bi nav kirin.

Kurdên Xorasanê, xeynî eşîrên Zend û Zengene yên ku bi zaravayên kurdî yên başûr diaxivin, seranser kurmancîaxiv in. Kurmanciya xorasanê her çiqas ji jêrzaravayên kurmancî yên ku li Kurdistanê têne axavtin cûda be jî, ji ber ku çend sedsalê îzole ye û di dervê pêvajoyên pêşveçûyîniyên rêzimanî û veguhirînên dengî yên kurmanciya Kurdistanê de maye, di nav xwe de gelekî homojen e. Pêwist e ku bê gotin, ferhengok û rêzimanê kurmanciya xorasanê kurdî ye, belê him ferhengoka wê him jî fonetîka we pir di bandora farsî û tirkomanî de maye[5]. Heta bajariyên li Bocnûrdê û eşîrên Palûkanlû, Pehlevanlû, Topkanlû, Qereçorlû, Qerebaşlû hwd. dev ji kurdî berdane û tenê tirkomanî, li çend gundên Qûçanê jî tenê bi farsiya rajî (farsiya gundiyan), diaxivin.

 

Jêder: Wikîpedia