HORÎ- YNKê û piştgîriya parçeyên din ên Kurdistanê

Bi boneya yûbîla zêrîn ya YNKê pêncî sal ji xebat û xizmet, Rojnamevan Dawûd Çîçek îro şemî 31/5/2025 bû mîvanê Bernama Horî ya radyoya Dengê Gelê Kurdistanê.

Di wê hevdîtinê de piştgîriya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji parçeyên din ên Kurdistanê re bi dirêjahiya xebata xwe de û helwêstên wê yên Kurdistanî û kurdewarî hatin gotûbêj kirin.

Dawûd Çîçek 50 saliya damezrandina hizba şehîdan di serî de li rewanşad serok Mam Celal û li hemû kesûkarên şehîdan û pêşmergeyên qehreman û hemû xerbatkar û tekoşerên Yekîtî kir û bal kişande ser rola YNK di proseya aştiyê ya bakûrê Kurdistanê û her weha piştgîriya YNK ji Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Kurdistanê re.

Her weha amaje bi wê yekê hate kirin ku piştî kongira dawî, YNK`ê kete qonaxeke nû ya xebata netewî û Kurdistanî û YNKê di bin serokatiya serok Bafil Celal Talebanî kerwanê xebatê bi drûşma yek serok, yek helwêst û yek siyat berdewam e.

Bernameya HORÎ hemû heftiyekê roja Şemiyê di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê ji aliyê Hozan Efrînî û Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin.

Xelat