Bi ŞAHÎDAN RE NECO, NECMEDÎN BÛYÛKKAYA

Bi ŞAHÎDAN RE NECO, NECMEDÎN BÛYÛKKAYA

Di 24ê meha çileya 1984an li zindana bajarê Amedê(Diyarbekir)ê mêrxas,egîd,şoreşger û rêberê hêja Necmettin Bûyûkkaya (Necmedîn Bûyûkkaya) ,hatibû qetil kirin.Pirtûka  rêzdar Kadir Bûyûkkaya ku bi berfirehî li ser jiyana şehîdê nemir Necmettin Bûyûkkaya hatî nivîsandin di çileya 2024an li Swedê li bajarê Stokholmê hate çap kirin û di çilemin salvegera şêhîdkirina wî de hate belav kirin.

Min jî xwest bi rêya vê nivîsê li ser berhemê,fikr û raya xwe,ez bêjim û bigihînim xwendevanên ezîz.Di nivîsa min de dibe ku hin agahî,mijar,û hûrgilî wek dubarekirina wan ya diberhemê de were dîtin,lê armanca min ne dubarekirina wane.Min divê bi vê nivîsê ew kesên ji berhemê ne agahdar in,bixwendina vê nivîsê di derheq naverok,mijar û awayê vegotin û lihevanîna berhemê agahdar bibin û belkî rê li ber xwendinawê rehettir bike.

Amadekarê pirtûk-berhemê rêzdar Kadir Bûyûkkaya bibawermendiyek bilind û xurt dibêje “Neco,Necmettin Bûyûkkaya, ne kesek ji rêzê an rêzane bû.”Ew 14 Nîsanê 1982’an dema  ji derveyî welat hatiye mala xwe ya li Amedê,jialiyê tîmên ewlehiyê yên dewleta tirk ve bi operasyonekê li ser mala wî de digirin û binçav dikin.Ta çileya sala 1984’an bêrawestan tehde,işkence û pest û pêkutiyan lê dikin.Lê ew wek mêrxasan li ber xwe dide û kul û qehrê dixe dilê dagirkeran.Taliyê di roja 24’ê çileya 1984’an de li zindana Amedê bi lêdan,işkence û wahşetek ku nayê terîf kirin bi deste zebaniyan tê qetil kirin û tevlî karwanê şehîdên Kurdistanê dibê.

NECO-NECMEDÎN BÛYÛKKAYA KÎ YE?

Hê bi gotina ewil dixwazim bibêjim ku,bersiva pirsek wiha ne kar û hedê min e.Û naxwazim di vê mijarê de hedê xwe derbasbikim.Lê wek tê zanîn,dema mirov kar û xebatekê bike,eza û cefayê bikêşe,kedekê bide,berhemekê bixwênê,bê guman mafê mirov yê çend gotina rewa dibe.

Min Necmettin Bûyûkkaya rû bir û qet nedît û wî qet nas nekir.Lê sedemê amadekarê vê berhema bi qedr,qîmet û ewçend trajik,rêzdar Kadir Bûyûkkaya ku,hevaltî û dostaniyek me,ya dûr û dirêj heye û pismamê şehîdê nemir Necmettin Bûyûkkaya ye.Gellek cara pirs,behs û sohebetên me li ser Necmettin çêbûne.Berhemekî ku,bere bi navê NOTÊN JI PÊNÛSA NECMEDDÎN (Kaleminden Sayfalar) min xwendibû,ji Jiyan û hinek taybetmendiyên wî yên hêja agahdar bûm.Niha heger em vegerin ser mijara xwe ya esasî,ku mijar berhema bi navê “BI ŞAHIDAN-NECO-NECMEDDÎN BÛYÛKKAYA” (Tanıklarla Neco-Necmettin Bûyûkkaya) di vê berhemê de tê xuya kirin ku 65 kesên ku,Necmeddîn ji nêz ve nas kirine,pê re rabûn û rûniştine,pê re kar û xebat kirine,hin ji wan kesa jî,ew nedîtine,lê ji ber nav û dengê wî û kar û xebatên wî yên giranbuha ew şopandine.

Wek berê jî me behs kir,di berhemê de zêdeyî 65 kesa,di derbarê naskirin,kesayet,Jiyan,xebat,şoreşgerî,wêrekî û her wiha gelek taybetiyên wî,yên balkêş de fikr û ramanên xwe anîne ziman.Mirov bi rehetî dikare bibine ku hemû kesayetên ku,ji bo Necmeddîn şirove û nirxandin kirine,ne kesayetên ji rêzêne. Di nav van kesayetande Serokomar (Celal Talabanî),sîyasetmedar,sosyolog,nivîskar rojnamevan polîtîkolox,hunermend,civaknas,hwd gelek kesên xwediyê pisporî û kurahiyek bêhempa ne,di pîşeya xwe de.Van kesan nirxandin û şiroveyên giranbuha vegotine û anîne ziman.Ev jî li me dide xuyakirin û tê wê wateyê ku Necmeddîn Bûyûkkaya bo netewa kurd qedr û qîmetek bêhempa û lehengek netewî û pîroz e.Xwediyê van nirxandinan ku hejmarek zede ne û her yek ji wan di pîşeya xwe de xwedî misyon û payeyên bilindin.Gotin,peyam û nirxandinên wan ji bo kesayetiya Necmeddîn Bûyûkkaya bûne belgeyên zêrîn û di nav pelêndîroka kurd û Kurdistanê de ciyê xwe digre û girtiye.Nifş û jenerasyona pêşerojê,dema ku van berhem û belgeyên dîrokî bixwênin,bişopînin,wê bibinin û bizanibin Necmeddîn û yên wek Necmeddîn ji bo wan,welatê wan çi kirine.Ez bawer û piştrastim ku ji bo nifşê nûh mijarên wiha,wê bibin dersên dibistan û zanîngehan.Ev jî tê wê wateyê,Neco-Necmeddîn Bûyûkkaya,êdî parçeyek yê dîroka netewa xwe ye.Ji ber wê ye,ku hewqas maqûl,zana û pispor bi awayek behsa qehremanî,mêrxasî,zanebûn,wêrekî,tolerans û welarparêziya wî bi rengekî vekirî û bi watedarî vegotine.Ev yek hem ji bo malbat,hem ji bo gele kurd cihê şanazî,serbilindî û rûmetê ye.

Ji bo min xala balkêş ew e ku her çiqas Necmeddîn di navrêxistinekê de cî girtibe û wek endamê rêxistinekê bê zanîn jî ew,kesên xwedî paye û mîsyonekêne li civakê de Necmeddîn wek militan,partizan an endamê rêxistinekê nedîtine,lê wek rêber,berxwedêr û pakrewanekî netewa kurd bi nav kirine û ew bi wî awayî vegotine.Xaleke din ya giring jî ev e ku bixwendinêre mirov baş pêdihese ku îro netewa kurd çiqasî hewceyî bi Necmeddîn û kesên wek wî heye.

Necmeddîn ne tene mirovek siyasî,polîtîk,îdeolojîk,militan, û wêrek e her wiha ew bi kesayeta xwe rol-modelek yê rêbertiyeke stratejik û xwedî şiureke netewiye.Ev yek ji aliyê dijminî ve jî  baş hatiye dîtin,ku ew mezinbûn û zanayiya wîbûye sedemê qetilkirin û şehîd buna wî.

Amadekar û nivîsjkarê vê pirtûk-berhema hêja Kadir Bûyûkkaya li ser roja hatina Necmeddîn (14 nîsana 1982) û girtin û binçavkirina wî bi dayîka wî Aliye Xanim re hevpeyvînek dirêj çêkiriye.Dema mirov hevpeyvînê dixwêne mirov tê de rastî gelek êş û eleman dibe.Xwestin û mebestamin jî ew e ku ez bala xwîner,bikêşênim ser berhemê û xwîner bi xwe êş,eza û elema hatî kişandin,bi çavên xwe bibinin û bişopînin.

Hevpeyvîn ji serî ta dawî balkêş e lê,bo min,dema pê dihese Necmeddîn hatiye Amed (Diyarbekir)ê û jê re dibêje;”tu li vir çi dikî,çi digerî ,tu hatî çi? Ma tu nizanî ,li vî bajarî te sax bernadin,dernaxin.” Bi fikra min ev hîs gelek balkêş e.Ev rih û ev metirsî ji dayiktiyê tê.Dikarim bibêjim ku li ser hissiyat û rihê dayiktiyê dikare roman bên nivîsandin.Ev kar jî dikeve li ser mile roman nûsên kurd.

Mijarek dî û bi min ya sereke amadekirin û nivîsandina berhemek wiha bi wateye. Rêzdar Kadir Bûyûkkaya ev barêgiran daye ser mile xwe û bi serkeftî gihaye encamê.Dema mirov berhemê datîne ser deste xwe,û xwe di nava  berhemêde berdide,mirov pê dihese ku berhemeke wiha ne karekî rehet û hêsan e.Yanî ne karekî ji rêzê û yê her kesî ye.Encama cehdû sebr û ked û xebateke hêjaye.Bo berhemek wisa pîroz û bi wate fidakariyek mezin lazim e.Alaqa û têkiliya bi hewqas mirovan re,berhevkirina evçend belge û nivîsa,ne kare sal û an çend sala ye,Nemaze bo civateke mîna me ya ne zêde xemxur û xwedî danberhevên wiha.Ji xwe rêzdar Kadir Bûyûkkaya jî dibêje ta berhem gihaye ber çap kirine pênc sal derbasbûye.Editoriya berhemek wiha jî baldarî û hessasiyeteke zor dijwar dixwaze.Her çiqas me berê,bi rêya sihbet,hinek nivîs,anjî rûpelên “ji pênûsa wî”(kaleminden sayfalar) ê Necmeddîn nas kiri bû ,lê bi rêya vê berhema nû bi hûrgilî,mêrxas,egîd,şoreşger,şehîd û cangoriyê welatê xwe nas kir.

Ji ber ku  bi ked û westeke mezin te ev berhema pîroz û giranbuha amade kir û gihande ber deste me,hezar car spas Kadir Bûyûkkaya.Bi saya vê berhemê ku te gellek kes û kesayetên kurd,Kurdistanî û navdar bi me da nas kirin spas Kadir Bûyûkkaya.

Spas Kadir Bûyûkkaya ku bi vê berhemê te anî bîra me û bîra gelek kesan ku Necmeddîn û yên wek Necmeddîn nirxên me yên netewî ne.Divê ew her di bîra me de bin û neyên ji bîrkirin û li wan xwedî derkevin.

Wek gotina dawî,em hemû kurd xwe bi xewn,xeyal,fikr,ramanû ya herî girîng bi şiura netewîyetîyê dorpêç bikin û xwe bixemilînin.Û li ser rêça Necmeddîn û hemû cangriyên Kurdistanê xwe bi kemilînin,û bi hev re bejin An Kurdistan An Kurdistan.

Dûbare ji bo ked û westa te ya li ser vê berhemê,

Rêz û silav Kadir Bûyûkkaya.

 Em te bi rêz û rêzdarî bibîrtînin rêber û xweşmêrê Kurdistanê NECMEDDÎN BÛYÛKKAYA

 Rêberek wek çirabû

Ronîya Çar parçabû

Evîndarê Niştîman

Tirs û xofa dijminabû.

10ê Hezîrana 2024 B.Beravî

Amsterdam

MAM CELAL û NECMEDÎN BÛYÛKKAYA li Şamê

 

XELAT