Qubad Talebanî: Mala Mam Celal mala hemû Êzdiyane
Qubad Talebanî, Berpirsê Sekreteriyeta Serok Mam Celal Talebanî li bajarê Silêmaniyê pêşwazî li Mîrê Êzdiyan (Mîr Hazim Tehsîn Beg) û hevjîna wî kirin û piştevaniya Serokê YNK`ê ji bo xwîşk û birayên Êzdî hate dupat kirin.
Her di wê dîdarê de Qubad Talebanî tekezî li wê yekê kir ku Mala Mam Celal wek hertim mala hemû Êzdiyane. Her weha derbarê avakirina mekanîzmeke hemahengiyê di navbera YNK`ê û Êzdiyan de gotûbêj kirin.
Qubad Talebanî tekezî li ser giringiya aktîvkirina yasaya rizgabûyiyên Êzdî li Herêma Kurdistanê kir taku bikarin baştir xizmeta xwîşk û birayên Êzdî were kirinê.
Di beşek din a wê dîdarê de hemû hevrabûn li giringiya beşdarbûna Êzdiyan di hemû sektorên cuda cuda ên hikûmeta Herêmê de ku nûnerê taybet yên Êzdiyan di hemû pêgehên hukimraniyê de hebin.
XELAT