`Min Te Dîtbû` ji Gurcistanê û heya bi Rojavayê Kurdistanê

(Min Te Dîtbû li Nava Baxça) bi dengê Firîşte Efrîn û Lorens Amûdê.

Saz : Ronî Gêrtan / Ritim: Edhem /Muntac û derhênerî: Zekeriya Efrîn.

Strana ku dengekî mezin veda û heta gihîşte dadgehan … Çîroka vê stranê bizanin ev stran nakokî li ser eslê vê stranê çêbû ku gelo ka Tirkî ye yan Kurdî ye.

Di vê derbarê de hunermendê navdarê Rojavayê Kurdistanê (Zekeriye Efrîn) ji malpera Xelatê re ragihand; Strana (Min Te Dîtbû) demek dirêj Tirkan digot ya me ye ku ji aliyê hunermendê Tirk yê navdar (Neşet Ertaş) ve hatibû gotin. Piştî ku hunermend (Lorans Amûdê) ew stran got û nêzîkî 25 milyon însanan lê temaşe û guhdarî kir û dengekî mezin veda, 22 kompaniyên Tirka li hemberî (Lorans) doz li dadgehê vekirin û tekez dikirin ku ew stran ji Tirkan wergirtiye û bi 60 hezar Euro cezayê wê ye danîn eger rastiya doze were îsbat kirin.

Piştî vekirina dozê li dadgeha Tirkiyê, hunermend Lorans bi dûv bîngeha stranê ket û gihîşte wê yekê ku ev stran yê hunermendê kurd (Rustemê Îsko) ye  ji kurdên Gurcistanê ye û piştî lêkolînekê ji aliyê Lorans ve ku dawiyê gihîşt ew studyoya ku Rustemê Îsko stran lê tomar kiriye û jêre hate îmza kirin ku ew stran ya (Rustemê Îsko) gotiye .. 

Ji aliyê xwe ve hunermend (Neşet Ertaş) di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Hurriyet ya Tirkî de dibêje (Ez nizanin ev stran yê kê ye, lê xortekî 13 salî li Gurcistanê ew stran gotiye û wî jî ew straye.) Lorans van hemû belgeyan peyda dike û di dozê de biser dikeve û 22 şîrketên Tirka yên mezin bi bin dikevin.

Her di vê derbarê Serokê Komeleya Kurdên Gurcistanê (Ronahî) Şêx Zaza Kelaşov ji malpera Xelatê re eşkere kir ku, ev strana (Min Te Dît Bû) ji helbestên (Keremê Ankosî) ye û hunermend (Rustemê Îsko) yekem car ev stran di sala 1985-86`an tomar kiriye ku berya wî jî di civakên Kurdên Gurcistanê de dihate stran.

Li ser strana (Min Te Dîtbû) ku Lorans Amûdê û Firîşte Efrîn bi hevre dibêjin, Lorans Amûdê derbarê hunermenda Ciwan weha dibêje:

Welatê me kaniya huner û afrîneriyê ye, bi taybetî Rojavayê Kurdistanê.

Gelek dengên xweş û zîz li ser vê erdnîgariyê bi pêş ketine. Yek ji van dengan dengê keça ciwan a ji Çiyayê Kurmênc; Firîşte Efrînî ye ya ku ji biçûkaniya xwe ve hezkiriya huner û stranan bûye.

Bi rastî! Di vê temenê xwe yê biçûk de xwedî dengeke xweş û yekser dikeve dilan. Dilnizim û bedew e , afrîner û lehevhatî ye ku bê beramber xwebexşa awaz û stranan e.

Min di civata hunerê de nas kir ku ji malbateke hunerî ye; dayîk hunermend e û bav jî derhêner û mûzîkjen e. Bir astî! Dema me strana "Min te dîtibû" bi hev re got, pir xweş û balkêş bû. Ewqas dilê min bi deng û hestên wê heliya. Bi hêvî me ew bibe stêrkek ji stêrkên hunera bedew û hemdem, ê dilê gel xweş û geş bike.

 

Eve jî helbesta stranê ye ku hunermend Rustemê Îsko dabû hunermend Lorans:

 

"Min te dîtibû nava baxça gulsosina da

Çavê reş e gerden hezar ramûsanê da

Wez ne dîn bûm

Te ez dîn kirim

Te ez helandim

Te ez maşandim yar...

Were lê yare were dîlberê, te  gerdin zere enî gewherê

 

Ax ça dikim dilêm digrî dilê min digrî

Lê tu çima mala min î tu emrê min î

Wez ne dîn bûm

Te ez dîn kirim

Te ez helandim

Te ez maşandim yar...

Were lê yare were dîlberê, te  gerdin zere enî gewherê

 

Şîn şewata dilêm tu yî lê tu nabînî

Gelek gelek tu şêrîn î, min ra şêrîn î

Wez ne dîn bûm

Te ez dîn kirim

Te ez helandim

Te ez maşandim yar...

Were lê yare were dîlberê, te  gerdin zere enî gewherê"

 

XELAT