Dêra Anabaptîst a Amerîkî nivîskar Hozan Efrînî xelat kir

Dêra Anabaptîst a Amerîkî nivîskar Hozan Efrînî xelat kir

Bi boneya cejnên Xiristiyanan, şandeke Encumena Penaberên Kurd ê Rojavayê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê beşdarî rêûresma pîrozkirina cejna Xiristiyanan bû, Dêra Anabaptîst a Amerîkî jî mertala dêrê pêşkêşî nivîskar û ragihandkar û sernûserê kovara Xelatê Hozan Efrînî kir.

Duh roja înê şandeke Encumena Penaberan a Rojava – Sûriyê bi serokatiya nivîskar û rojnamevan û sernûserê Xelatê Hozan Efrînî û yaweriya cîgirê sernivîserê kovara Xelatê Dawûd Çîçek û Bekir Teho serdana Dêra Anabaptîst kirin û ji hêla şivanê Dêra Anabaptîst, Hesen Ehmed ve hatin pêşwazî kirin di wê serdanê de Şivanê Dêrê Hesen Ehmed spasî û rêzgirtina xwe ji bo şanda Encumenê kir ji bo vê beşdariya hêja ya xurtkirin û domandina têkiliyên di navbera dêrê û encumenê de anî ziman.

Şivanê dêrê Hesen Ehmed wek rêzgirtinek ji kar û xebata nivîskar û sernûserê Xelatê mertala Dêra Anabaptîst a Amerîkî pêşkêşî Hozan Efrînî kir.

Ji aliyê xwe ve nivîskar û ragihandkar û sernûserê kovara Xelatê (Hozan Efrînî) gurzê gulan pêşkêşî şivanê Dêra Anabaptist a Amerîkî Hesen Ehmed kir û pîrozbahiya cejnê li wan kir û ew mertala dêrê pêşkêşî xelkê Efrînê kir.

Xelat