Penaberên Rojava serdana mezarê Mam Celal kirin

Penaberên Rojava serdana mezarê Mam Celal kirin

Bi boneya 8`emîn salvegera koça dawî yê serok Mam Celal, duh roja înê 3/10/2025 li bajarê Silêmaniyê, şandeke ji Encumena Penaberên Kurdûn Rojavayê Kurdistanê -Sûriye serdana mezarê rewanşad serok Mam Celal kirin û tace gulek li ser danî.

Di wê serdanê de, serokê Encumena Penaberan û sernûserê kovara Xelatê (Hozan Efrînî) gotarek derbarê rol û kar û xebat û têgeh û taybetmendiyên serok Mem Celal anî ser ziman.

Serokê Encumena penaberên kurd di wê gotarê de amaje bi kesayetiya mezin û bi bandor ê serok Mam Celal û xizmeta rewanşad ji doza kurdî li her çar aliyên Kurdistanê kir.

Efrînî got: Serok Mam Celal karîzmeya kurdî û Kurdistanî bû, xwedî roleke mezin û bi bandor di parastina nirx û destkeftên doza kurdî ya rewa de bû.

Di dirêjahiya axiftina xwe de, Sernûserê Xelata Kurmancî weha pêda çû: Em li ser rêç û şopa serok Mam Celal berdewamin û emê xwedî li rêbaza pîroz a Mam Celal derkevin.

Hêjayî gotinê ye ku serok Mam Celal heşt sal beriya niha di roja 3/10/2017’an de li welatê Almanyayê di dema dermankirinê de, koça dawî dike. Rewan şad û beheştdar be.

Xelat