Encumena Penaberan pîrozbahî û destxweşî kirin
Jiber piştevanî û piştgîriya PUKMEDIA û aliyên din yên borda mekteba ragihandinê ji bo penaberên Rojavayê Kurdistanê re, li ser vî bingehî jî serokatiya Encumena penaberên Rojavayê Kurdistanê pîrozbahî li wan kir û destxweşî li wan kir.
Bi vê boneya şanda Encumena Penaberan a Rojava- Sûriyê bi serokatiya serokê Encumenê Hozan Efrînî pîrozbahî li berpirsê ajansa PUKMEDIA kak (Ariyan Mihemed) û berpirsê peywendiyên mekteba ragihandinê kak (Eta Kerîm) kirin, Berpirsa Peywendiyên kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê rêzdar (Tanya Qadir Axa) û sernivîserê rojnameya Kurdistanî Nwê (Dr. Karwan Elî), cîgirê birêvebir û cîgirê sernivîserê kenala Al-Mesra (Ebas Ezîz) kirin.
Di wê serdanê de şanda encumenê destxweşî li hemû hevakar û berpirsan kir li hemberî cîbicîkirina erkên xwe yên nû, her weha rewşa Rojavayê Kurdistanê û penaberan jî hate gotûbêj kirin.





Xelat
