Dîroka Girê `Tel Birak `vedigere 3000 sal berî zayînê

Dîroka Girê `Tel Birak `vedigere 3000 sal berî zayînê

Cihê şûnwarî ku bi (Tel Brak) tê naskirin nêzîkî 40 kîlometreyan ji Hesekê û nêzîkî 45 kîlometreyan li başûrê Qamişloyê ye.

Girê Tel Brakê li qeraxên Çemê Çaq Çaq e û mezintirîn cihê şûnwarî yê Rojavayê Kurdistanê ye. Tel Brak, ji ber cihê xwe yê stratejîk, di dîroka kevnar de hedefa hêzan bû û navendeke bazirganiyê di navbera Anatoliya û Kurdistan û Mezopotamyaya kevnar de bûye ev şûnware li ser rêya di navbera parêzgeha Hesekê û Qamişloyê de ye.Li dora wê çend girên piçûk hene ku dîroka wan vedigere demên kevnar.

Girê şûnwarî Tel Brak, di demên kevnar de, cihekî stratejîk hebû û çend perçeyên şûnwarî yên girîng li wir hatine dîtin, ya herî balkêş vedîtina bermahiyên koşka (Naram Sin) a Împeratoriya Akadiyan bûye. Li gorî çavkaniyên dîrokî, koşk li dora sala 2200 berî zayînê hatiye avakirin. Girê şûnwarî Tel Brak, yek ji navdartirîn şûnwarê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye, ku dîroka wê vedigere zêdetirî 3000 sal berî zayînê.

Ew wekî kevintirîn û girîngtirîn cihê şûnwarî û destpêka bilindbûna şaristaniya mirovan li Rojavayê Kurdistanê û herêmê bi giştî tê hesibandin.

Çavkaniyên dîrokî dibêjin ku pêşveçûna vê şaristaniyê di bin bandora şaristaniya navdar a Nînewayê de pêşveçûn û geşedanek berdewam dîtiye.

Vekolînên arkeolojîk li Tel Brakê vedigerin salên 1930 heta 1939an, dema ku şûnwarnas (arkeolog) Maks Malwan bermahiyên perestgehekê li ser girêkî kerpîç ê şeş metre bilind û bi şiklê oval keşf kir.

Şûnwarê Tel Brakê ji çend girên piçûk pêk tê ku 45 metre li jor deştên derdorê bilind dibin.

Di wê derbarê de şarezayê şûnwariyê li Qamişlo Dr. Silêman Eliyas, ji rojnameya Kurdistan Nwê re got: "Girê Tel Brakê, ku berê wekî Nagar dihat nasîn, li bakurê Mezopotamya li Rojavayê Kurdistanê, nêzîkî bajarokê Tel Brakê li parêzgeha Hesekê ye. Ev şûnware di demên berê de ji ber cihê xwe yê erdnîgarî li herêmeke avî pir girîng bû û ji hêla jiyan û çandiniyê ve girîng bû û rêyeke bazirganiyê bû bo herêmên Anatoliyê.

Got jî: Di destpêka salên 1930an de, şûnwarnasan li Tel Brakê dest bi kolandinan kirin, lê ji ber Şerê Cîhanê yê Duyemîn xebat heta sala 1976an hate rawestandin, piştre şûnwarnasan dîsa ji nû ve dest bi xebatê kirin.

Dr. Silêman Eliyas got: Rojavayê Kurdistanê nêzîkî 14 salan bûye qada pevçûnan û şer û berî Şoreşa Gelê Sûriyê ya 2011an, nêzîkî 19 tîmên şûnwarî yên biyanî li Rojavayê Kurdistanê dixebitin, lê bi destpêkirina şoreşê re, tîm vegeriyan welatê xwe.

 

Heta ku şerê Sûriyê bi awayekî daîmî raneweste, em nikarin bi rêkûpêk ji bo parastina şûnwarên  xwe yên li Rojavayê Kurdistanê bi giştî bixebitin.

"her weha dibêje: Bîgehên herî girîng ên şûnwarên cîhanê li Rojavayê Kurdistanê ne ku bakurê Mezopotamyayê ye. bi taybetî, navendeke şaristaniyê wekî Girê Tel Brak ji bo zêdetirî 3,000 sal Berya Zayînê şaristanî domand.

Hêjayî gotinê ye ku, di sala 1930an de, endezyarên Fransî li ser Tel Brak peykerê bazalt keşf kirin, ku heta niha jî li Muzexaneya Louvre ya Fransayê tê parastin. Li gel gelek tiştên din ên girîng ên şûnwarî ku li wir hatine dîtin.

şûnwearnasan di çar gorên komî de ku dîroka wan vedigere salên 3900-3600 berî zayînê delîlên şerê navxweyî yê yekem di dîrokê de dîtine, wan her wiha bermahiyên zêdetirî 100 kesan dîtin ku di gorên komî de bi serê perçekirî li ser hev hatine danîn.

Parêzgeha Hesekê xwedî rûberek mezin e û çend deverên şûnwarî li xwe dihewîne, ya herî girîng girê şûnwarî ya Tel Brakê ye.

Her weha li Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 1,000 deverên şûnwarî yên girîng hene, ku hin ji wan bala şûnwarnasên Rojavayê Kurdistanê û cîhanê kişandiye.

 

XELAT/Kurdistanî Nwê