Romannivîsê Kurd Yê Mezin Yaşar Kemal Li Silêmaniyê Ye

Romannivîsê Kurd Yê Mezin Yaşar Kemal Li Silêmaniyê Ye

Roja yekşemê 26/5/2024 li bajarê Silêmaniyê navenda 7 rengan 5`emîn dîdara navnetewî ya kartona Kurdî lidar xist.

5`emîn dîdara navnetewî ya kartona Kurdî taybet bûye bi portrêt ji bo romannivîsê mezin yê kurd û cîhanî (Yaşar Kemal) ku bi beşdariya 67 karîkatêrîst ji 40 welatên cîhanê birêveçû. Pêşangeh ji 67 karîkatorên bi qebareya A3 hatine çapkirin û nimayîşkirin.

Pêşangeh bi amdebûna hêjmarek ji hunermendan û mêvanên cuda û dezgehên ragihandinê hate vekirin û biryare 3`ê rojan bidome.

Di vê barê de rojnamevan Dawûd Çîçek ragihand ku, 5`mîn dîdara navnetewî ya kartona Kurdî ku taybet bûye bi karîkatorên romannivîsê Kurd yê Mezin Yaşar Kemal li bajarê Silêmaniyê wateyek xwe ya giring heye ku Silêmaniyê paytexta rewşenbîriye û beşdariya 67 karîkatorîstên ji hemû aliyên cîhanê tê wê wateyê ku Yaşar Kemal romannivîsekî Kurd yê cîhanî ye.

Yaşar Kemal Kiye?

Navê xwe yê rastîn (Kemal Sadik Gokçelî)ye, di 6 cotmeha sala 1923`an li gundê Gokçedam li bakûrê Kurdistanê jidayîk bûye, li gorî Wîkîpediyayê (Yaşar Kemal) bi eslê xwe kurdê gundekî Bêgiriya Wanê ye, nexasim di romannûsiya bi tirkî de, zimanê tirkî gihandiye asteke gelekî bilind. Piştî Şerê cîhanî yê yekem malbata wî tev koçî Edeneyê, Osmaniyeyê kiriye. Di biçûkiya xwe de, çavekî xwe winda kiriye.

di dirêjahiya jiyana xwe de bi dehan berhm belav kirine û bo zimanên cîhanî jî hatine wergerandinê, ya herî diyar jî romana xwe ya bi nave (Hemedok) bûye ku yek ji romanên herî bedew yê nivîskarî tê zanîn.

Yaşar Kemal xwediyê 38 xelatên navxweyî û cîhanî ye û bi tenha kurd tê zanîn ku berbijêrê birina xelata Nobelê ya wêjeyî bûye.

Yaşar Kemal derbarê xwe de dibêje: Ez bi eslê xwe kurdim, lê belê nivîskarekî turkim.

Di rojeke wek îro de di 28/2/2015 de, Yaşar Kemal li Stenbolê di temenê 92 salî de koça dawî kir.

XELAT