Jiyana Kurmanca li gel cebarcî Nebî Ebdoyê Hiskê

Jiyana Kurmanca li gel cebarcî Nebî Ebdoyê Hiskê

Cebarcî (Nebî Ebdoyê Hiskê) ji gundê Miskê yê Herêma Efrînê ya Çiyayê Kurmênce li Rojavayê Kurdistanê ye, lê niha li bajarê Hewlêrê nîştecih bûye, bi gotina rêzdar Nebî wî ev pîşe ji bavê xwe wergirtiye ku hestiyê şikestî dicebirîne û yê ji cih çûyî tîne cih.

Nebî Ebdoyê Hiskê bû mêvanê Bernama (Jiyana Kurmanca) ya di Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê de tê weşandinê ji aliyê pêşkêşar (Roşîn Serêkanî) ve. Cebarcî Nebî diyar kir ku, 135 salin karê cebirandina hestiyên şikestî dikin wî ji bavê xwe û bavê wî jî ji bapîrê wî dest wergirtiye û niha kurên wî jî destê wî hilgirtine û vî karî dikin.

Nebî Ebdoyê Hiskê ji gundê Miskê gelekî bi cebarcîtiyê navdarin, ne tenê li ser astê Rojavayê Kurdistanê belku li ser astê hemû Sûriyê nav û dengê wan belav bûyê û niha ji li Hewlêrê karê xwe didomîne.

Nebî Ebdo Hiskê                                                                  Ebdo Hiskê

XELAT