Omer Şêxmûs: Kurd li welatê xwe berev kû diçe

Omer Şêxmûs: Kurd li welatê xwe berev kû diçe

Roja şemeiyê 14/9/2024 navenda lêkolînên kurdî li bajarê Buxum ya Almaniyayê semînereke ji bo Dr. Omer Şêxmûs bi navûnîşana (Kurd li welatê xwe berev kû diçe) hate lidarxistin.

Omer Şêxmûs di wê semînerê de behsa rewşa Kurd li parçeyên Kurdistanê û derfet û mercên niha û guhertinên rojhilata navîn bi berferehî şîrove kir û hertim tekezî li wê yekê dikir û digot: "Kurd bi yekgirtî û hevgirtî dikarin mafên xwe yên rewa bi dest bixîne û her demê yekgirtî nebûye û ji hev dûr buye wê demê tevgera azadîxwaz a gelê Kurdistanê ziyan dîtiye, çûnkî gelê Kurd miletekî aştîxwaz û lêborde bûye û qet şerxwaz nebûye."

Omer Şêxmûs tekez li wê yekê jî kiriye ku, eger tevgera Kurdî çek jî hilgirtibe ji bo berevaniya li ax û xelkê xwe bûye.

Hêjayî gotinê ye ku di wê semînerê de pirtûkên Dr. Şêxmûs hatine belav kirin.

XELAT/Rûpela Omer Şêxmûs