Necmedîn Buyukkaya – Şehîd Neco (1943-1984)

Necmedîn Buyukkaya – Şehîd Neco (1943-1984)

Sibe 24/1/2024 bi ser şehîdbûna Necmedîn Buyukkaya şehîd Neco 40 sal derbas dibin ku di nava Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê Şehîd Selah dihat naskirin ji bo bîranîna şehîd Selah (Neco) wek malpera Xelatê  me panoramayekê li ser jiyana nemir Neco amade kiriye û em belav dikin.

Şehîdê nemir (Necmedîn Buyukkaya) navê xwe yê temamî (Necmedîn Qoç Elî Xelîl Nûfel)e li gorî nifûsa Tirkiyê jî (Necmedîn Buyukkaya)ye, naskiriye bi (Neco) û di nava Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê de bi heval (Selah) dihat naskirin. Di sala 1943`an de li gundê Qerexan ê navçeya Siwêregê ya parêzgeha Riha (Urfa) ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

-Li cem melayê gund dest bi xwendina erebî kir û paş ku fêrî xwendin û nivîsandinê bû, ji ber ku zarokekî jîr û jêhatî bû, melayê gund pêşniyara xwendina latînî ji bavê wî re kir.  Xwendina xwe ya seretayî di sala 1954`an de li navçeya Siwêregê li mala mamê xwe dest pê kir heta sala 1963`an xwendina xwe ya seretayî û navîn li Siwêreg û Edeneyê qedand.

- Di navbera salên 1964-1966an de li Stenbolê xwendina xwe ya hiqûqê (yasayî) domand, lê xebatên siyasî nehiştin ku xwendina xwe ya zanîngehê biqedîne.

-Şehîd (Selah) şoreşgerekî qehreman bû û tu sînor nas nedikir, di mijara netewî de xwedî kesayetiyek hişyar û stratejîk û xwedî nêrînên pêşketî bû, hevalên wî her tim heyranê wî bûn, baweriya wî bi ramana çep hebû.

Sala 1969`an yek ji wan 13 xwendekarên ku (Komeleya Çanda Rojhilat a Şoreşger) damezrand bû, ku bi turkî bi kurtî bi (DDKD) naskirî bû, Necmedîn Buyukkaya bû serokê wê komeleyê, her di komeleyê dê xatû Cemîle naskir û di rojî Newroza salî 1975`an hevsergîrî kirin.

Berya ku xwendina xwe ya zanîngehê temam bike, Necmedîn Buyukkaya di 12`ê Adara 1971`an fermana girtina wî derket ji aliyê hikûmeta wî demî ya Tirkiyê ve û neçar ma ku derkeve derveyî welat û çû welatê Swêdê.

Piştî ragihandina lêborîna giştî di sala 1974 ji aliyê hikûmet (Bulent Ecewîd) ve, heval NECO vegeriya Tirkiyê û bû bi endamî baskê çep yê (Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê) bi serokatîya diktor Şivan (Se'îd Qirmizî Tobrak). Piştre jî ji partiyê istîfa kir û hevkariya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kir û alîkariya YNK`ê kir ji bo destpêkirina xebata çekdarî.

- Dema YNK`ê ava bû, ji ber nêzîkbûna wan li ser mijara hizra çep, bi lez û bez pêwendî di navbera şehîd Selah û Mam Celal û rêveberiya YNK`ê de çêbûn. Yek ji wan karên ku şehîd Selah ji bo YNKê kir ew bû ku yekem hêza Pêşmerge ya bi fermandariya şehîd Îbrahîm Izo ji Sûriyê derbasî xaka Tirkiyê ya Bakûrê Kurdistanê bû, hê jî di bin çavdêrî û serpereştiya taybet a şehîd Selah de bû piştre derbasî başûrê Kurdistanê dikir.

Di salên 1976 û 1977`an de rolekî xwe yê aktîv lîst di dabînkirina pêdiviyên locistî ji bo YNK`ê li nava Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê de.

Roja 1/6/1976`an, bi boneya derbasbûna salekê bi ser damezrandina xwe, YNK`ê yekem desteya çekdarî ya xwe ji Sûriyê  şande Kurdistanê. Bo vê mebestê jî Mam Celal çûbo Qamîşlo ji bo birêkirina gropa yekemîn a Pêşmerge berev Kurdistanê. Necmedîn Buyukkaya (Şehîd Neco) ew gropa pêşmerge gîhande başûrê Kurdistanê, wî demî (Îbrahîm Izo) fermandarê desteya pêşmergeyên Behdînan bû, yekem car li nizîkî rûbarê (Hîzil) a li piştî Zaxo li gel pêşmergeyên din de hevdû girtin ji bo rêkxistna mefrezeyan û dabeşkirina kar û ferman bi ser wan de, ku hêjmara wan (37) pêşmerge bûn, bi ser 4 mefrezeyan de hatine dabeş kirin: fermandarên wan mefrezeyan jî her yek li (Îbrahîm Ezo, Îzet Îsma'îl Şengarî, Omer Îbrahîm Reşîd, Cebar Mela xenî Sindî) bûn û dabeş bûn bi ser deverên Zaxo, Amêdî û Duhok de.

Şehîd Neco, sala 1979`an piştî rûxana rejîma Şahê Îranê, bi operasyoneke kem wêne de karî hêjmarek zêde çekên sivik ji bajarê Qamîşlo ya Rojavayê Kurdistanê bibe nava axa Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê û piştre bighîne sinorê navçeya Soma ya rojhelata Kurdistanê. Li wir pêşmergeyên komeley Şorşiger a Zehmetkêşên Kurdistanê ya Îranê wergirt û gîhandin bajarê Nexedê û piştr jî gîhandine (Xirî Nawzeng) û radestî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê hatine kirin.

- Şehîd Selah (heval Neco) hertim ji hevalên xwe re digot; (Piştgiriya me ji bo YNK`ê erkekî niştimanî ye û divê hûn li kêleka min di wî warî de kar bikin. Di van alîkariyan de şehîd Selah (Neco) çendîn car ji mirinê rizgar bû, ji wan karesata Şemzînan û karesata Colemêrgê.

Şehîd Neco, piştî kudetaya sala 1980`an ya li Tirkiyê, di operasyoneke leşkerî de sala 1982`an di 14 Nîsanê de li bajarê Amedê tê destigîr kirin û piştre di 24/1/1984`an de di bin îşkencê de tê şehîd kirin û cenazê wî li gorîstana Esrê li bajarê Siwêregê tê veşartin.. 

Amadekirin: Dawûd Çîçek

Rewanşad Serok Mam Celal û Necmedîn Buyukkaya li Şamê

 XELAT