Helwesta Waşîntonê û Kêliyeke Stratejîk ji bo Biryardarên Kurd

Helwesta Waşîntonê derbarê Sûriyê: Kêliyeke Stratejîk ji bo Biryardarên Kurd
Nivîs: Robert Ruşland
Rûxandina rejîma Esed û rabûna hêzên demkî li Sûriyê tu zelaliyek yan îstiqrarek bi xwere neanîye. Li gor nêrîna Waşîntonê, nabe ku serkirdayetiya nû ji hev cihê be, ne pêbawer be û bi grûpên tundrew û kesên bi nakok re têkildar be. Ew bi hêsanî rewatiyê nade, û Dewletên Yekbûyî ya Amerîka jî eşkere kir ku naskirin ji bilî reformên berbiçav, ne bi ravekirinan pêk nayê. Gotin bi tena serê xwe têrê nakin, li pey kiryaran dimeşin û bi taybetî tiştên bi dadwerî, lêpirsîn, rêveberiya adilane û parastina sivîlan ve girêdayî ye.
Rengvedana van gomanan jî bi pratîk di tedbîrên dîplomasî de derketin. Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê piştgirî da kêmkirina asta nûnertiya Sûriyê di Neteweyên Yekbûyî de, ev nîşanek eşkere ye ku rêveberiya demkî ya niha negihîştiye asta beşdariya navdewletî ya cidî ya. Ev tevger nîşaneyên mezinin: Eve ragihandina daxuyaniyeke eşkere ya bêbaweriya Waşîntonê ye, û ji bo tevgerênên din - bi taybetî tevgera kurdî - derfetek bihêz û bêhempa diafirîne ku di damezrandina wê ya paşerojê de welat beşdar bibin.
Biryardarên Kurd pêwîste vê kêliyê bi bawerî nêzîk bibin. Ew mezintirîn girûpa etnîkî ya ne-erebî ne li Sûriyê temsîl dikin, ji ber cudahiya xwe, paşxaneya siyasî, û tora xwe ya erênî di rêveberiya xwecihî ya çalak de. Kurd bi tenê ne kêmneteweya olî ne. Ew neteweyek in – beşek ji neteweya kurd, ku hejmara wan li herêmê ji 50 milyonî zêdetir e. Divê ev rastî bê navber bê îfadekirin. Berovajî Erebên Durzî û Elewî, Kurd li Sûriyê tenê gelên xwecihî û ne-ereb in û mafê wan ê rewa yê rêveberiya siyasî ya xweser heye.
Daxwaza federalîzmê, xwebirêvebirina defakto, yan jî beşdariya tam ya siyasî ne daxwazeke tundrew yan cudaxwaz e. belkû armancên wê yên xebatê aramiyê pêş dixe û standard û rastiya navneteweyî li ser erdê nîşan dide. Serkirdeyên Kurd divê dev ji daxwaznameyên xwe yên bi awayekî sembolîk an nepenî pêşkêş dikin berdin. Divê ev daxwaz ber bi armancên siyasî yên rewa ve bibin. Federalî ne planeke alternatîf e, belkû bingeheke cidî û rast û tekane ye ji Sûriyeyeke pirneteweyî ye.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi berdewam sazî û serkirdayetiya Kurdî li Sûriyê ji yên herî pêbawer û serkeftî dizane. Lê domandina vê piştgirîyê bi wê yekê ve girêdayî ye ku aktorên kurd bi pozîsyonên stratejîk û bi xwebawerî bandora ku li ber destên wan heye bikr bînin. Daxwaza edaletê ji bo qurbaniyên şerê dijî DAIŞê û milîsên ku Tirkiye piştgirîya wan dike, û bi salan li hemberî stemkariya sîstematîk jî di nav de ye. Ev daxwazên li dor pirojeya nûavakirinê û vegera awareyan, û garantiyên ewlekarî yên navdewletî bi rêberiya serkirdayetiya kurdî dihewîne.
Serkirdayetiya Kurd pir caran xwe ji têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re diparêzin. Ev dudilî û teredud bi rastiya siyasî re li hev nayê. Karbidestên Îsraîlî ji bo aramîya Kurdan û beşdarîkirina wan di paşeroja Sûrîyê de bêtir vekirîne û zelalin. Piranî weha dizanin ku Amerîkayê nehêşt ku Tirkiye bi awayekî berfireh li dijî herêmên kurdî operasyoneke bejayî bike, lê di rastiyê de, Îsraîl di gelek caran de hêza herî aktîv bû li hemberî operasyona Tirkiyê bi taybetî bi rêya dîplomasiyeta nerm û îşaretên stratejîk . Em naxwazin vê rastiyê paşguh bikin û milên wê binirxînin, lê divê ew bibe bingehek pêbawer ji bo hevkariya pêşerojê.
Piştgiriyek gel ji bo koordînasyona Kurd-Îsraîl li herdu aliyan heye. Tişta ku kêm e zelalbûna helwesta kurdan e. Waşinton û aliyên herêmî çavdêriya wan Kesan dikin ên bi bawerî diaxivin û yên ku bêdengin jî. Di demên guherîna hevpeymanan de û yan belavkirina hejmûnan bêdengî bi awayê lawaz tê fêmkirin.
Di heman demê de, divê kurd zêdetir razemeniyê bidin tevgerên Waşintonê, cewherê wan û rewşa wan a siyasî fam bikin. Amerîka ne tenê bi daxuyaniyên rojnamevanî, belkû bi biryarên siyasî, guhertinên kesayetî, cezakirin û îşaretên dîplomatîk jî xwe dide îfadekirin. Aktorên siyasî yên Kurd ji bo xwendina van sînyalan û bi awayekî stratejîk bersivê bidin wan pêdivî bi şiyana baştir heye. Ew hewcedariyek bihêztir û domdar li Waşinton-hebûnek ku bikaribe rasterast bi biryarsazên siyasetan, navendên lêkolînê, û endamên Kongresê û kenalên ragihandinê re têkildar heye. Bandora li paytexta Amerîkî nayê dayîn, belkû tê avakirin, tê parastin û bi xurtkirina berdewam heye.
Rêveberiya niha ya Şamê ne îstiqrare û ji aliyê rewabûnê ve lawaze. Aliyên dîtir bi leztir tevdigerin ji bo dariştin qonaxa piştî Esed. Divê serkirdeyên Kurd ji hêza ku di destên wan de heye kêm nebînin. Ew xwedî sazî, pisporî û hevkariyên navneteweyî ne - û ya ku kêm e serkirdayetiya wêrek û xurete ku daxwazên zelal û rewa pêşkêş bike, ne tenê ji bo nasnameya neteweyî belkû ji rewatiya nîştimanî be.
Eve pencereyeke teng ji bo bidestxistina derfetane. Pîşesazên biryaran ên Kurd dive vê derfetê ji dest nedin û bi yek dengî biaxiv in û nêrînek bihêz û rasteqîn pêş bixin. Dem dema teşekirina paşeroja Sûriyê ye û ew ê dubare nebe.
XELAT/ Ji Erebî Dawûd Çîçek