Hinara Tajdîn ji Ermenistanê bû mêvana Jiyana Kurmanca

Helbesvana Kurd ya mezin Hinara Tajdîn diyar kir ku ew di sala 1957`an de li Ermenistanê li dayîk bûye. Malbata wê ji destpêkê ve bi zimanê Kurdî û dengbêjiyê mijûl bûye. Hîna kalkê wê dengbêj bûye û dayîka wê jî stranêbêj bûye, her weha zimanê dayîkê di nava malbata Hinara Tajdîn de parastî bûye û bi kurdî bihevre xeber didan.

Xeleka vê carê ya bernama Jiyana Kurmanca ku di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê (DGK)ê de li bajarê Silêmaniyê tê weşandinê û ji aliyê mamosta Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin bi mêvandariya helbestvan Hinara Tajdîn ji welatê Ermenistanê bûye.

Helbestvan Hinara Tajdîn dayîka du kur û keçekê ye ku keça xwe (Seyrana Celad) jî li ser rêça wê dimeşe ku helbestvane. Hinara Tajdîn got; Ez û keça xwe herdu helbestvanê Ermenistanê ne.

Hinara Tajdîn da zanîn ku wê xwendina xwe bi Ermenî û Rûsî temam kiriye, her weha destpêkê helbestên xwe bi tîpên Ermenî dinivîsî û rojekê kalkê min ez birim cem zimanzanê Kurd yên navdar (Heciyê Cindî) û Elfabaya kurmancî li ber destê wî fêrbûme. Piştre jî hêdî hêdî min helbestên xwe bi kurmancî nivîsandine.

Ew yek jî aşkira kir ku li Ermenistanê zimanê Kurdî serbest bûye çûnkî hingî di bin desthilata Rûya û Sovyeta berê de bûye û radyoya Yerîvanê û rojnameya Rêya Taze hebûye, her weha gelek rewşenbîr û ronakbîrên Kurd yên li Ermenistanê berhemên wan yên wêjeyî û çandî û hunerî hebûn.

 Ji bo temamiya giftûgoyê li bernamê guhdarî bikin li jorê.....

XELAT