Qubad Talebanî: Ji bo aramiya Şengalê divê kar bê kirin

Qubad Talebanî: Ji bo aramiya Şengalê divê kar bê kirin

Cîgire serokwezîr (Qubad Talebanî) ji şandeke Almanyayê re ragihand ku, ji bo aramiya Şengalê divê pêkve kar bên kirin.

Qubad Talebanî roja sêşemê 23/7/2024 pêşwazî li şandeke Almanî bi serokatiya berpirsa komisyona fîdralî ya hikûmeta Almanyayê ji bo siyasetên mafên mirovan û alîkariya mirovî, xanim (Liwîs Amstbêrg) kir.

Di civînê de rewşa koçberên navxweyî û bi taybetî jî koçberên Êzîdî yên Şengalê hate gotûbêj kirin. Her weha herdû alî hemfikir bûn ku divê hemû alî pêkve kar bikin ji bo parastina aramiya devera Şengalê daku koçber bi bê tirs bikarin vegerin warên xwe.

Her weha cîgirê serokwezîran piştevaniya xwe da nîşandan ji bo asayîkirina rewşa wê deverê û bi pêwîst jî zanî ku hikûmeta Almanyayê û civaka navdewletî jî rola xwe bibînin.

XELAT