Şêx Zaza Kalaşov: Komela RONHAÎ Salvegera Xwe Pîroz Dike

Şêx Zaza Kalaşov: Komela RONHAÎ Salvegera Xwe Pîroz Dike

Li bajarê Tiblîsê yê Gurcistanê 3.mîn salvegera damezrandina Komeleya Kurdên Gurcistanê "RONAHÎ" hate pîrozkirin. Her weha Kurdek ji bo parlemena Gurcistanê hat hilbijartin.

Di vê derbarê de, Serokê Komeleya Kurdên Gurcistanê (Ronahî) Şêx Zaza Kalaşov ji malpera Xelatê re ragihand; bi boneya sêyemîn salvegera damezrandina Komeleya Kurdên Gurcistanê "RONAHÎ" li bajarê Tiblîsê şahiyek hate lidarxistin û hêjmarek kesayetiyên siyasî û civakî yên biyanî û Kurdistanî têde beşdar bûn.

Diyar jî kir ku, di şahiyê de ji bilî kurdên herêmê, mêvanên ji başûr û bakurê Kurdistanê jî amade bûn, her weha hunermend Fatê, Lona Avesta û Hemîd bi deng û awazên xwe rengekî taybet dan şahiyê.

Şêx Zaza Kalaşov da zanîn ku, di merasîmê de kurdên çalak û xebata wan heyî hatin xelatkirin.

Di derbarê hilbijartina Kurdekî ji bo parlemana Gurcistanê jî, Şêx Zaza got: Wek Komela Ronahî û Kurdên Gurcistanê me dengê xwe da berbijêr xwe (Îsko Dasenî) û ji bo parlemana wî welatî hate hilbijartin.  Ew yek jî da zanîn ku hêvîdarin ew parlemanterê Kurd xizmeta gelê Kurd li Gurcistanê bike.

Ji aliyê xwe ve tîma kovara Xelatê û Sekoya Kurmancî sêyemîn salvegera komela Ronahî li Şêx Zaza Kelaşov û hemû kurdên Gurcistanê pîroz kir.

 XELAT/Amadekirin: Dawûd Çîçek

Îsko Dasenî / Parlemanterê Kurd

Foto: Enstîtuya Kurdî ya Qefqasyayê