Li Silêmaniyê merasîma 126 saliya rojnamegeriya Kurdî hat kirin

Li Silêmaniyê merasîma 126 saliya rojnamegeriya Kurdî hat kirin

Bi amadebûna xanima yekem ya Êraqê Şanaz Îbrahîm Ehmed û Serokê Sendîkeya Rojnamevanên Kurdistanê şaxê Silêmaniyê mamosta (Karwan Enwer) û hêjmarek mezin ji rojnamevan û kanalên ragihandinê û xwendevanên zanîngehê, merasîmek ji bo salvegera rojnamegeriya Kurdî hate lidarxistin.

Cuda ji salên berê merasîm li yarîgeha (Kemal Selîm) li bajarê Silêmaniyê hate kirin û gotarên sendîka û navenda Mîtro û nûçegîhanên jin hatin pêşkêş kirin û cîgirê parêzgarê Silêmaniyê jî gotarek bo vê boneyê pêşkêş kir.

Stafa rojnamevanî ya Sekoya Kurmancî ku ji rojname û malpera Xelatê pêktê beşdarî di merasîmê de kirin.

Piştre jî li yarîgehê tîma fotbolê ya taybet bi rojnamevanan yên bajarê Silêmaniyê û tîma bajarê Kerkûkê lîstikek dostane û bi rihekî werzişî û xoşewîstî encam dan û tîma Silêmaniyê bi 2 – 1 ji tîma Kerkûkê bir di demekê de tîma Kerkûkê gelekî xweş lîst.

Foto: Vênos Tofîq

XELAT