Jivanê Kewê – Rola Rojhilat Nasan Di Dîrokê De

Jivanê Kewê – Rola Rojhilat Nasan Di Dîrokê De

Xeleka vê carê ya Bernama (Jivanê Kewê) li ser rola rojhilata nasan di dîroka de bûye bi mêvandariya nivîskar û vekoler (Dawid Xetarî), ev bername di kenalê asmanî ya Gelê Kurdistanê de li Duhokê tê weşandin û rojnamevan Kenan Bîlec pêşkêş dike.

Nîvîskar û vekoler Dawid Xetarî di wê derbarê de behsa hatina rojhilata nasan bo Kurdistanê dike ji bo lêkolînan di şûnwarên kurdan û bi taybetî Êzdiyan û her weha aşûriyan li deverê û nasîna wan ji Kurdan re ji nêzîk ve.

Amaje bi wê yekê jî kir ku, wan rojhilatnasên hatine Herêma Kurdistanê û devera Mûsilê û Şengalê karîne xelkê deverê bi cîhanê bidin nasîn bi rêya komkirina belgeyan û wêneyan li ser herêmê û belavkirina wan dukomêntan li cîhanê û bi wê şêweyî karîn dîroka deverê binivîsin û bidin nasînê.

Dawid Xetarî ew jî da zanîn ku wan rojhilatnasan ku piranî Inglîz bûn bi merama şûnwarên aşûriyan hatine herêmê û piştre jî Êzdî naskirine û vekolîn di derbarê Êzdiyan jî kirine û ew belge li medyayên Inglîz û Almanan de belav kirine.

 

Ji bo temaşekirina tevahiya bernamê vê lînkê bitikînin….

 

XELAT