Jivanê Kewê- Rolê Rewşenbîran

Jivanê Kewê- Rolê Rewşenbîran

Dr. Salim Casim dibêje, rewşenbîrî sê pîverên wê hene ew jî, yek ji wan rewşenbîr wateya hestkirina bi babetane, ya duyem hişyarî û bandore, ya sêyem jî rewşenbîr ew kese ku divê xudan helwêst be.

Xeleka vê carê ya Bernama (Jivanê Kewê) ku di kanala asmanî ya Gelê Kurdistanê de li bajarê Duhokê tê weşandinê û ji aliyê rojnamevan û nivîskar Kenan Bîlec ve tê pêşkêş kirin li ser babetê rola Rewşenbîr û Siyasetmedara ye di gel (Dr. Salim Casim).

Di wê derbarê de Dr. Salim Casim diyar kir ku, mirovê rewşenbîr ewe ku, bikare li hemberî hin biryaran bisekine û bandora xwe li hin biryaran de hebe di nava civakê de ku bikaribe guhertinan çêke û tiştê nû ji bo civakê biafrîne.

Her weha Dr. Salim Casim amaje bi wê yhekê jî kir ku karê siyasetmedar ji yê rewşenbîr cudatire çûnkî siyasetmedar ewe ku bikare civakê birêve bibe û xwedî rol û helwêst be li hemberî desthilatê jî ku bikare pêşengiya civakê bike.

 

 Ji bo dîtina tevahiya bernamê vê lînkê bitikîne….

 

XELAT