Zanîngeha OXFORDê bawernameyê dide bijîşkeka Kurd

Zanîngeha OXFORDê bawernameyê dide bijîşkeka Kurd

Endama desteya damezrîner a rêxistina (Defend International) a Parastina Mafên Mirovan a Navneteweyî Dr. Wîdad Akrey, ji aliyê Zanîngeha Oxfordê bawername jêre hate dan ji bo nirxandina kovara bijîşkî ya zanîngehê Epidemiology ku aliyê zanîgehê vet ê derxistin.

Dr. Wîdad Akrey pisporeka tenduristiyê û çalakvanek mafên Kurdaye. Xwediyê masterê di genetîkê de û doktorayê di tenduristiya navneteweyî û epidemiolojiyê de ye. Wê gelek pirtûk li ser tenduristî û mafên mirovan nivîsandine. Di wê pirtûkê de bi hûrgilî behsa binpêkirin û tawanên hikûmeta Baas ya Êraqê derheqê gelê Kurd de kirine dike wek êrişa sala 1974`an û proseya Enfal û tawanên dine.

Bijîşka Kurd, ku di salan de ji bo xebata xwe ya mirovî gelek xelat wergirtiye û ji hêla (Fellowship of Reconciliation) ve wekî "çalakvanek eşkere ji bo aştiyê" hatiye nas kirin, bû yekem jina ciwan a bi eslê xwe ji Rojhilata Navîn ku ji bo mijarên wekî bazirganiya ne yasayî ya çekên sivik, tundûtîjiya li ser bingeha cênderî, nehêştina çekên kîmyawî û bayolojî û ewlehiya navneteweyî kir.

Xelatên Dr. Wîdad Akrey ev in:

Xelata Taybet a 2013an ji bo tejîkirina Valahiya di navbera Şaristaniyan de ji Rêxistina Neteweyî ya Nifşên Pêşerojê-  Xelata Aştiyê ya Navneteweyî ya Pfeffer a 2014an ku taybete bi nîştecihên Kobanî, Şingal û Xiristiyanên Rojhilata Navîn, Madalyaya Şaredarê Davenport a 2017an û Xelata Pasem a 2017an.

Wê di sala 2018an de Xelata Jina Sade ya Navneteweyî ya Ahengiyê wergirt û di sala 2020an de jî wekî Jina Salê hate hilbijartin.

Dr. Wîdad Akreyî, di sala 1969`an de li bajarê Akrê ya Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye .Di destpêka xwe û ciwaniya xwe de, wê li dijî her hewldana endamên Partiya Baas ku baweriya wê bi dest bixe û bibe endam, li ber xwe da û ev yek jî bû sedem ku demekê ew bikeve lîsteya reş.

Di sala 1986an de diçe Hewlêrê û li Zanîngeha Selahedînê beşa endezyariya şaristaniyê bi beşê çêkirina rê û pireyan dixwîne.Di sala 1988an de ew bi dizî beşdarî belgekirina êşkence û binpêkirinên din ên mafên mirovan li seranserê Iraqê bû.Salek şûnda, ew bi awayekî ramyarî beşdarî gelek têkoşînên mafên mirovan, aştî, dadmendiya civakî, rêveberiya demokratîk û lihevhatina nijadî bû.Parêzgeriya wê ya li dijî desthilatdariyê û rexnekirina wê ya li ser bikaranîna hêza zêde ya li dijî sivîlan ne bê rîsk û metirsî bû li ser jiyana wê û endamên malbata wê.Piştî komkujiya Enfalê wê hê zêdetir di nava van pirsgirêkan de xwe xurt kir.Digel demên dijwar, wê di sala 1990an de destûrnameya Bekeloriyosa zanistê qedand.

Piştî Şerê Kendavê yê yekem, dema ku rejîma Iraqê bi êrîşeke bihara 1991an ve herêma Kurdistanê bi dest xist, ew neçar ma ku welatê xwe biterikîne.

 

XELAT/ PUKmedia