Romana (Al-Xadîme) ya Gelawêj Xanimê li zanîngeha Silêmaniyê ye

Romana (Al-Xadîme) ya Gelawêj Xanimê li zanîngeha Silêmaniyê ye

Di çarçoveya semînereke zanistî ya beşê erebî ya zanîngeha Silêmaniyê, xwendekar Suheyr Eyad Kazim semînerek zanistî bi zimanê erebî bi navnîşana "Wêneyê Jinê di romana Al-Xadîme de" pêşkêş kir.

Bi serpereştiya Dr. Jîno Ebdûla mamostayê waneyê, xwendekara qonaxa çarê ya beşa erebî Suheyr Eyad Kazim ew semîner pêşkêş kir ku têde xwendineke hûr û kûr ji bo karektera jinê di wê romanê de û rehendên kesayetî û sosyolojiya jinê bi awayekî giştî û şêwazê anîna ziman ya nivîskarê romanê ku çawa kariye bi awayekî rastiya jinê vepêjaye û wêneyekî zelal û ronahî dixê ser rastiya jinên Herêma Kurdistanê û Êraqê di dîrokekî diyarkirî de.

Naveroka romanê:

Ev roman çîroka malbateke kurd ê xelkê bajarê Silêmaniyê ye ku nîştecihê Bexdadê bûne ku dixwazin bi rengê malbateke erîstoqrat bijîn û serokê malbatê keseke bi navê Osman Axa ye ku endazyare û jina wî jî kebaniya malê ye bi navê (Melîhe xanim) û xwediyên çar zarokane. Her weha du xizmetkarên jin yê malbatê hene. roman tijeye bi çîrokên hemareng yên wan herdu xizmetkaran.

Têbînî:

 *Al-Xadîme: Bi wateya xizmetkar.

Gelawêj Xan

XELAT