Pirtûka dengbêj Şakiro bi zaravayê Soranî derket

Pirtûka dengbêj Şakiro bi zaravayê Soranî derket

Nivîskar û mûzîkjen û wergêr (Rêjen Hesen) pirtûka dengbêjê Kurd (Şakiro) ku ji nivîsîna Omer Gûneş û Îbrahîm Şahîn ve bi zaravayê Kurmancî hatiye nivîsandin wergerandiye ser zaravayê Soranî û xistiye berdestê civakê li Herêma Kurdistanê.

Derbarê pirtûka Şakiro nivîskar û wergêr û mûzîkjenê Kurd li bajarê Silêmaniyê ji (Xelat)ê re ragihand û got; "Ev demê çend salane bi awayekî meydanî ez li ser mûzîka kurdî ya bakûr û başûr û rojhilatê û rojavayê Kurdistanê kar dikim, di wî biwarî de min çend pirtûk nivîsîne yek ji wan armancên min ewe ku zêdetir aşnakirina dengbêjên bakûrê Kurdistanê bi dengbêjên başûrê kurdistanê ye çunkî mixabin em ji aliyê kulturî û ferhengî ve ji ber dagîrkeriya li ser Kurdistanê ji hev hatine qutkirinê û ev qutbûna siyasî bandora xwe li ser kêm naskirina û alogora kulturî di navbera me û bakûrê Kurdistanê de hebûye."

Di berdewamiya axavtina xwe de Rêjen Hesen dibêje: "Şakiro yek ji wan dengbêjên navdar û navbange ku karîgeriyek mezin li ser min hebûye mebesta min bi rêya vê bernameyê giringiya wî dengbêjî em bidin nasînê bi başûrê Kurdistanê, armanca vê karê min alogora ferhengiye di biwarê mûzîkê de ku beşekî giring yê ferhenga kurdiye, giringiya wê di wê de ye jî ku xwendevan û mûzîkjenên başûr sûdê ji van curên berheman bibînin bi taybetî ji bû lêkolînên xwe çûnkî (Şakiro) yek ji wan dengbêjane ye ku beşek pir yê wan rûdanên di serdema xwe de kirine stran û bi awayekî zarekî ji bo me û nifşê nû veguhastiye ev jî di warê dîrokî de jî divê sûd jê bê wergirtinê û her weha di biwarê zimanî jî sûd jê bê wergirtin çûnkî peyvên gelekî dewlemend yên zimanê kurdî bikar aniye, her weha di warê mûzîk û hunerê jî sûd jê bê wergirtin bi taybetî foruma lawikên wî û şêwaza gotinê û di rêya mûzîka nûjen û teknolojiya nû de jî sûd jê bê wergirtinê daku bibin bi berhem û biçe berdestê civakê. "

"Şakiro" navê wî yê rast (Şakirê Bedihê Mîr Mihê Zîlî) ye navê wî yê bi Tirkî (Şakir Deniz)e. Kalikê wî Mîr Mihê bi tevî eşîra xwe (Redkî) di sala 1918`an de ji Rewanê ji gundê (Qerka) koçî bajarê Îdirê gundê Millo dibin. Mala Mîr Mihê ji wir diçe (Kela Elajgirê) û 13 sal piştî koça ji Rewanê, ango di sala 1931`an de Şakiro tê dinê (di nasnamê de 1936).Dûre mala wan ji wir diçe gundê Cemalwêrdiya Dûtaxê ya ser bi Agirî yê. Paşî malbata wî ji Cemalwêrdiyê koçberî Qereyaziya Erziromê dike.

Hejmara kasetên Şakiro 65 kasêtin, Şakiro di sala 1996`an de li Tirkiyê li bajerê Îzmîrê di nav jiyaneke xîzan û awarte de jiyana xwe ji dest dide.

Şakiro di nav kurdan de bi bernavkên wekî (Kewê Ribat, Şahê Dengbêjan, Şakirê Mezin û Şakirê Bedih) hatiye naskirin. Stranên wî gelek caran li di bandên muzîkê dihate tomarkirin û bi ji ber asîmîlasyon û qedexeya zimanê kurdî ku ji aliyê dewleta tirk bi awayekî sîstematîk dihat birêvebirin albumên wî bi awayekî dizî hatine belavkirin. Şakiro di nav çanda dengbêjiyê de kesayetiya herî bi navdar e ku di dema nûjen de jî sitranên wî ji aliyê girseyek berfireh ve tê guhdarî kirin.

Sekoya Kurmancî