Hunermend Omer Şan bû mîvanê Jiyana Kurmancan

Bernameya Jiyana Kurmanca li ser kenala asmanî ya Gelê Kurdistanê di beşa hunerê de tê nîşandan. Jiyana Kurmancan hemû roja pêncşemê danê sibehê di demjimêr 11 an de tê weşandin ku ji aliyê Roşîn Serêkaniyê ve tê pêşkêş kirin.
Mîvanê xeleka vê carê hunermend (Omer Şan) bû ku ji Almanyayê beşdarî bernamê bû, Omer Şan xelkê bajarê Efrînê ye û li Almaniya dijî.
Omer Şan di vê xelekê de behsa jiyana xwe ya hunerî kir ji wexte li Efrînê bû heta gihaşt Almaniyayê û behsa albumên xwe û stranên xwe û çawa hatin tomarkirin û çawa stran û lêxistina tambûrê fêrî zarokên kurd dikir. Her weha parastina folklora kurdî û zimanê kurdî hat gotûbêj kirin.
XELAT / Roşîn Serêkanî