Dr. Ebdulezîz Fatimê mêvanê Roşînê ye

Pisporê Nexweşiyên Çav û Neştergeriyê Dr. Ebdulezîz Fatimê ragihand ku, Çav endamekî giring ê laşê mirove û divê baş were parastinê.

Amaje bi wê yekê jî kir ku jîngeh jî bi awayekî rasterast bandorê li çavan dike,  ji tîrêjê rojê bigre heta bi germa û sermayê û pîsbûna jîngehê jî karîgerî li ser çav dike.

Dr. Ebdulezîz Fatimê di hevpeyvînekê de ligel bernameya (Bi Roşînê Re) ku di radyoya Dengê Gelê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê tê weşandin û ji aliyê Roşîn Serêkanî ve tê pêşkêş kirin behsa neştergeriya çav kir û bi neştergeriyê û taybetî jî bi rêya leyzer.

Dr. Ebdulezîz da zanîn ku berya 2011`an wî deriyê nurîngeha xwe a li Rojava ji penaberên başûrê Kurdistanê û Êraqê re vekiribû her weha bê pere tedawî û çareseriya wan dikir ji ber ku wî demî rewşa wan nebaş bû pêdiviyên wan bi çareseriyê hebû.

Diyar jî ku, piştî 2012 ku hate başûrê Kurdistanê wek penaber wî serdana kampên penaberên Rojava ên li Herêma Kurdistanê dikir û tedawiya xelkê xwe kiriye. Her weha serdana bajarê Silêmaniyê jî kir û çareseriya xelkê penaber kiriye. Tekez jî kir ku ew amade ye xizmeta xelkê xwe bike di çarçoveya pisporiya xwe de wek pisporê nexweşiya çavan ş neştergeriya wê.

 

XELAT