Ebdulqadir Şikak: Simko dixwest bê kuştin û xwe radestî dujmin neke
Roja şemiyê 20/12/2025 li salona Kurdistanî Nwê ji bo nivîskar û dîroknas Ebdulqadir Şikak, semînerek ji bo pirtûka wî (Erdnîgariya Dîrokî ya êla Şikak û Rola wê di Tevgera Kurdayetiyê de) hat organîze kir.
Di destpêka semînerê de, nivîskar Rehber Seyîd Braîm gotarek pêşkêş kir û got: Dîrok tarîke, gumanbar û ne zelale û ramanên cûrbecûr dihewîne, dîrok çîrok, lêkolîn û vegotina bûyeran e. Carinan trajediyên şaş û nezelal in, ji ber vê yekê zanyarê mezin Mesûd Mihemed bawer dike ku guhertina dîrok û bûyerên wê ji bo her armancê ne rewaye.
Di beşek ji axaftina xwe de, Rehber Seyîd Braîm bal kişand ser rola eşîra Şikak, bi taybetî Simkoyê Şikak, ka wî çawa ji bo Kurdbûnê şer kir û qurbanî da.
Piştre jî nivîskarê pirtûkê Ebdulqadir Şakak, li ser naveroka pirtûkê û dîroka eşîra Şikak axivî û got: Ez wek yek ji neviyên Simkoyê Şikak mebesta min li nivîsîna vê pirtûkê ew bû ku li dûv nasnameya xwe bigerim, jiber ku mixabin, hin ji wan kesên ku li ser eşîra Şikak nivîsandine, bi taybetî Simko bi xwe, pir bê wijdan bûne û rastî veşartine û bûyeran wekî ku hene negotine.
Ji ber ku ew kesên ku bi eşîra Şikak û Simko şareza ne dizanin ku vî mirovê mezin ji bo Kurdbûnê xebat û tekoçîn kiriye. Ne jibo êl û binamalê ji ber wê divyabû Simko û êla Şikak wekî ku heye behsa wan bê kirin çûnkî piraniya nivîskarên ku di wê derbarê de nivîsîne nebê alî ne û alîgiyê dikin û kîn di nivîsandinên wan de tê dîtin
Ebdulqadir Şikak got: "Têkiliya di navbera Şikak û Şêx Mehmûd û xelkê Silêmaniyê de têkiliyek dirêj û baş bû û Simko, mîna Şêx Mehmûd, dizanibû ku Îngilîz ji bo Kurdan tiştek nakin, ji ber wê yekê jî Simko piştgîriya helwesta Şêx Mehmûd kiriye derbarê Îngîlzan de."
Derbarê eşîra Şikak de, wî got: Eşîra Şikak yek ji wan eşîran e ku ji bo Kurdbûnê herî zêde qurbanî dane û piraniya rêberên wan hatine kuştin û laşên wan winda bûne.
Wek nimûne, diya Simko, (Dûrriya Xanim) girtin, her lingekî wê bi hespekê ve girêdan, laşê wê kirin du parçe û ew bi wî awayî şehîd kirin. Heta piştî bidawîbûna tevgera Simko jî, piraniya malbatên ku alîkariya Simko kiribûn ji tirsa (Riza Şah) ji cih û warên wan hatin derxistin û koçber kirin.
Di beşek din a axaftina xwe de, Ebdulqadir Şikak bal kişand ser hejmara eşîra Şikak û got: Eşîra Şikak nêzîkî 2 milyon kes in, ji bajarê Şino li Rojhilatê Kurdistanê bigre heta bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê belav bûne, bo nimûne, 41 gund li herêma Efrînê hene, hemû eşîra Şikak in. heta li dîwaniye xelk heye dibêjin eslê wan Şikakin.
Derbarê çûna Simko bo danûstandinan û plana kuştina wî de, Ebdulqadir Şikak got: Simko neçar ma ku here danûstandinan ji ber ku ew qels û bêhêz bibû. Her weha baş dizanî ku dê were kuştin, dixwest bê kuştin û xwe radestî dujminan neke.



Wêne: Heme Omar
Xelat/ Dawûd Çîçek
