Mam Celal behsa futbolê û xweşikiya Silêmaniyê dike

Mam Celal behsa futbolê û xweşikiya Silêmaniyê dike

Mam Celal behsa fotbolê û xweşikiya Silêmaniyê dike

Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de

Xeleka/ 13 û dawî

Amadekirin: Rêbwar Star

Rewanşad Serok Mam Celal derbarê hindek aliyên jiyana xwe ji bo radyoya Malbenda Silêmaniyê axiviye.

Êvara roja 25/12/2000 heval Mam Celal di giftûgoyeke radyoyî de digel radyoya melbenda Silêmaniyê derbarê hindek aliyên taybet ên jiyana xwe ji bo guhdarên radyoyê axiviye, ew giftûgo demjimêrekê dirêj kiriye  û ev çavpêkeftin di demjimêr 11 pêş nîvro di sibeha yekemîn roja cejnê di radyoya melbenda Silêmaniyê de hatibû weşandinê.

Pirs: Mam Can, nimûne eger em te bikin rahênerê tîma futbolê ya YNKê û tuyê yarîzanên xwe hilbijêrî ji endamên serkirdayetiyê û mekteba siyasî ya YNKê tûyê kê hilbijêrî wek yarîzan û golçî wê kî bin?

Bersiva Mam Celal:

Kes ji wan bi kêrî wê yekê nayên, ez kesî hilnabjêrim, ezê wan bişînim nava tîma bajarê Silêmaniyê û tîmên bajarên dê yarîzan bin, ewên serkirdayetî û mekteba siyasî bi kêrî golçîtî û tiştên weha nayên, ew ne bi kêrî topê tên û ne jî bi kêrî golçîtiyê tên.

Pirs: Mam can, weha hesab bike destek şal û şapik li ber tebin digel çotek kilşên Ebubekirî (solên kurdî ku bi dest ji dezî tên çêkirin) û tu biçe derve û nişkêve baran bibarê tûyê çi bikî?

Bersiva Mam Celal:

Welahî wê gelekî nexweş be, ezê di xema kilaşên xwe de bim, ku wê ter bibin, hûn dizanin ku ter jî bûn êdî ew kilaş bikêr nayên, ezê xemabar bibim, eger çi hebî ezê xwe bixim jêrê daku baran li min nedê yan jî teksiyekê were û bilez ezê rawestînim û lê siwar bim daku bilez xwe bighînim cihekî din.

Pirs: Mam Celal zêdetir ji (Ça, Şîr, Qehwe) hez dike yan kîjan ji wan?

Bersiva Mam Celal:

Şîr ez her venaxwim, ez ji çayê hez dikim, ji qehwê jî hez dikim lê bi rêjeyekî kêm, lê şîr, ji bilî şîrê dayîka xwe min tu şîrên din venexwariye.

Pirs: Mam can, em hez dikîn tu tiştekî di navbera xwe û Mam Cemal Axa de ji me re behs bikî?

Bersiva Mam Celal:

Ev demeke ez Cemal Axa nas dikim, Cemal axa têkoşerekî dêrîn yê vî bajarî ye, zelameke ku yek ji kesayetiyên nîştîman perwere ku xwe nedaye alî û bi rastî eve nêzîkî (50) salin berdewame li xebatê û li ser yek rêbazê û yek xetê ye, zelameke heta bêjî drust û paqij û zîreke jî ezê bûyerekê ji bo we bêjim  di navbera min û Cemal axa de, diyare gelek tişt di navbera me de hene lê ezê yekî ji wan ji were vebêjim.

Cemal Axa kiribû adet, hemû salê birinc ji mamosta Îbrahîm Ehmed re dişand, ez jî dema ku li vir berpirsê Partî (PDKê) bûm li Silêmaniyê, hemû carê min ji Cemal Axa re digot başe ez diçim Kerkûkê û ezê biçim mala kak Omer Debabe li wire, mala Elî Eskerî li wire. Ê başe ew hemû cîranên mala mamosta Îbrahîm Ehmed in û nemir Nûrî Şawîs in çima ji bo wan jî naşînî? Cemal Axa jî digot: Mam Celal tu dixwazî ez her çî parsekên Partî hene bi min xudan bikî? Ev ji min nayê.

Carekê ez ji Bexdadê hatim , min gotê silavên hemû biraderan ji tere heye, mamosta Îbrahîm û Nûrî Şawîs û filan û her weha Celal Husamedîn ew jî gelek silavên xwe ji tere hene, got; Celal Husamedîn kîye? Min got: Welahî ew xwe gelekî bi dostê te dizanê.

Cemal Axa got: Bi navê xwedê û sîfetên xwedê ez wî nas nakim , min gotê, çawa tu wî nas nakî? Cemal axa ew xwe gelekî bi dostê te dizanî? Ew dibêje ku min ew dîtiye û Cemal Axa gelekî baş nas dikim û ez gelekî xwe nêzîkî wî dizanim, diyare wî tu li gelek cihan dîtiye. Cemal axa got: wî ez li ku dîtîme? Min jî got: Ew dibêje min li Kerkûkê dîtiye, li Bexdadê û li Silêmaniyê dîtiye li Zirguwêz dîtiye. Cemal axa awirek daye min û got: Celal ew ne tu be? Min jî got; erê wela ez im.

Pirs: Mam can, gelo Cemal Axa bi çi aciz dibe?

Bersiva Mam Celal:

Acizkirina Cemal axa hêsane, pesna Hewlêrê bike û bi neqencî behsa Silêmaniyê bike, ew bi wê yekê aciz dibe yan jî tu tiştekî nebaş li ser hevalên wî yên kevin bêjî ew aciz dibe çûnkî ew gelekî ji hevalên xwe hez dikî û gelekî bi wefa û druste ji bo biraderên xwe yên kevin, yan jî eger tu pesna helbesta nû jêre bikî aciz dibe, ew bi helbest nizane dibêje; sê çirtekîye…

Pirs: Mam can, di dawiyê de em hez dikin bizanin te çi heye ji bo bajarê Silêmanî?

Bersiva Mam Celal:

Silavên xwe li hemû xelkê vî bajarê qehreman dikim, ku bi rastî hem bajarê Helmet û Qurbaniye û hem jî bajarê Mîhrebaniyê ye, navekî taze jî jêre peyda bûye, ew nav kak Cebar Ferman behsa wê yekê kir û got; hemû ew kesên ku xelkê Silêmaniyê nînin û ji Xaneqînê hatine û ji Germiyan û Kerkûk û Hewlêr û Koye dema ku têne Silêmaniyê qet hest bi xerîbiyê nakin, yanî zarokên wan li dibîstanê weku xerîb li wan nayê temaşekirin , dema ku diçin bazarê weku xerîb li wan nayê nêrandin, xelkê Silêmaniyê mîhrebaniyekî zêde nîşan didin ji ber wê yekê jî ev bajare mafê wê heye ji bilî ku em jêre dibêjin bajarê Helmet û Qurbanî, meriv jêre bêje bajarê Mîhrebanî û bedewî. Diyare hûn dizanin ku Cemal Axa jî helbestek xwe li ser Silêmanî daniye û navê beheştê lê kiriye.

Beheştî zatî pakî xwa be nawbange leber ciwanî

Kitûmit rengî rêjrawe le ser şêwey Silêmanî

`Kitûmit rengî rêjrawe le ser Silêmanî` bi wateya ku beheştê rengê xwe li ser şêweyê Silêmaniyê xemilandiye û jiber wê ewqas xweşik û bedew e.

Ji ber vê hêvîdarim ev bajarê qehreman û mîhreban hertim ciwan û xweşik û xweşiktir be û hertim geş û biriqîtir be û xelkê wê bi xweşî bijîn. Zêdetir pêşbikeve çûnkî bi rastî ev bajare dilê zindî ye Kurdistanê ye, ji bilî wê ku ji avabûna xwe de paytexta dêrîn a Kurdistanê bûye, melbenda hişyarî û geşekirina civakî û pêşkeftin û rewşenbîriyê bûye, meriv çiqas pesna wê bidî hêşta kême.

Dawî……….

Xelat/ Pirtûka: Mam Celal di bersiva 74 pirsyarên dûr ji siyasetê de

Ji Soranî/ Dawûd Çîçek

Xelat