(Gelawêj) pênûseka pêşeng û behreyeka ronake
Nivîsîn: Pro.Dr. Heme Dilêr Mîsrî
Di nava jiyaneka dijwar û têkoşîna bê dawî ya gelên rojhilat û Kurdistanê de, jin her tim di nava rastiyeke tal a stem, mafxwarî û namo û kûr a cesteyî û derûnî de jiyaye, kevneşopî û çand û civaka paşkeftî yên li dû hev astengî û bend li pêşiya geşe û pêşkjeftinê de daniye ku zehmet bû bi wê rewşa westayî ya xwe û li navendekî tejî li hejarî û nexwendewarî û bindestî, bikare bêhneka asûde bide û ji wê kotaya ezelî derbikeve.
Her ew neheqî û zulim û cudahiyên di navbera zilam û jinan de hebûye, ku destebijêrê netewa me aniye hawarê, helbestvan û nivîskar û siyasî û rojnamevan, carinan li kêleka êşa bê welatbûnê û pirsgirêkên netewî, çavekî li wan êş û nehametiyan bidin ku serbarê hemû êşên dinê, ên ku jiyana jinan çewisandiye, bi helbest, çîrok û gotaran serdana wan bikin.
Di nava vê aloziya ku civakê ketiyê de, jinên xwedî helwest û lihevhatî, li vir û wir, mîna peyamek mizgîniyê, dengek şiyarbûnê ne, ew li hember kelepûrên kevneşopiyên qirêj serhildêr in, ev behreya biriqî û ronak, bi cesareta pênûs û ramanên xwe yên azad, deng û rengên xwe xêz kirine, zêdetir bi helbest û kêmîneyek jî bi çîrok û gotar, nîqaş û daxwazên li ser pirsgirêkên jinan û tevgera femînîst an jî bi nasnameyeke cuda û seng û bi giranîyeke din xwe bi qada wêje û siyasetê dane nasandin.
(Gelawêj) yek ji wan dengên serhildêr e ku xwedî reng û xuyangê xuya ye ronahiya van tablo û karnavalên jina ye, pêşeng û seramedê çend janerekê zehmet û modern ya wêjeyî ye wek (çîrok, roman, yadaştname û bîrewerî). Ev pênûsa pir bexş zûtir berê xwe daye çîrok û romanê û kêmtir xwe li helbest nivîsînê daye, her çiqas çend parçeyên helbestên wê hebin jî ku rexnê li paşverûtî û civakê û asta paşdameyînê girtiye, lê belê wek bi xwe jî dibêje: "Diyare ez ne helbestvanim, lê belê her ewe ku min hestên xwe yên wî demî bi wî awayî xistiye ser kaxezê."
(Gelawêj) bi cesaret û wêrekî û baweriya xwe bi xwe û desthilata ronakbîrî ya xwe ve li deriyê dû janerên wêjeyî û serdemyane dide, ezmûn û jiyan û bi serhatiyên xwe û kesên din vedibêje, û perdeya jibîrçûna wan serhatan li ser hildide.
Nivîskar dizane ku li dunyaya me de nebe, wêje û huner çi hêzeke mezinin ji bo hişyarîkirina tak û nasandina çîn û texên paşguhxistî. Çîrok û roman û nivîsîna bîreweriyan bi awayekî wêjeyî bi heq, nivîsîna van janeran nefesa dirêj, rastî û duristî û ziman zanînê û teknîka hunerî ya nû dixwaze, wek çinîn û diyalog û menelog û şepêla hoşmendî yê… htd. Ku hemû pênûsek nikare wê yekê binivîsîne. Ev janerên wêjeyî, di nava kurd de dîroka wan kine, hêjmara pênûsên nivîskarên zelam jî vir pê nayê birîn, înca eger jin ku bi wî erkê rabe û giraniya jiyanê zehmete bikarin dest xwe bidin bo wan janeran û têde serbikevin.
Li dawiya salên heştiyan ya sedsala pêşîn, cara yekemîn min romana (Berve Şikefta Dilêran) li mala mamostayê mezin yê xwedê jê razî (Hemze Ebdula) xwendiye, ku diyarbû bi veşartî gihêştibû destê wî. Wek xwendekarekî hezkiriyê wêjeya netewî û nasîna pênûseke gelekî behredar, ez gelek matmayî mam bi şêwazê anîna ziman û dariştinê û aliyê zimanî û hunera wêjeyî ya nava romanê, ji dil de aferîn û min pîrozbahî li malbata wî kir, bi rasît heta wî demî pênûseke jinanî weha bi şiyan û bêhnfereh û roman nivîs di nava wêjeya Kurdan de li berçav nebûn.

Rupelên (Berve Şikeftên Dilêranê) tejîne ji rûdanên rojane yên pêşmerge û şoreş û xelkê gund û çiyayên dijwar yên Kurdistanê, dîmenê jiyana dijwar û zehmet yên pêşmerge û hest û soz û çaverêtiya dayîkên wan yên qehreman ku hertim dilê wan tejî hêvî bûye ku zarokên wan di peyamên pîrozbahiyan de serkeftî bin û dijmin riswa bikin.
(Gelawêj) Bi çavê kamerayeke livîn û eşqa evîna kurdane, pênûsa xwe dibe cihên nediyar û ew jiyan û mirina dijwar a azadîxwaz û fedakarên ax û welatê xwe vedibêje. (Roman) dîrokê vedibêje, hestên veşartî yên di dilê karakteran de derdixe holê, yên ku dixwazin mifteya pênûsê deriyê girtîgehê veke û nasnameya xwe ya mirovatiyê ragihîne.
Roman û çîrokên (Gelawêj) dîrokin di demê livînê de ne, serdem û qonaxa şoreşa miletekî ku doza nan û azadiyê dike îfade dike. Em dikarin bêjin ku armanca wê tomarkirina dîrokê û arasteya siyasiye, cudahiya jiyana bajar û gundan, berawirdkirina di navbera lehengî û welatparêzî û kesên welatfiroş û bê emek de. Bi vî awayî (Gelawêj) xizmetek zêde bi wê dîrokê nêzîk kiriye ku heta îro gelekî kêm li ser wê hatiye nivîsandinê û bi degmen bûne hêvana karekî wêjeyî. Nivîsandina bîrewerî (yadaştname) giringin bi taybet bo wan kesan ku ji nêzîk ve li rûdanan agahdar bûn, hukmê jiyan û malbatê bi ser wan de hatiye sepandin, beşdarî di xem û hesreta rojên zehmet de bin, (Gelawêj) ku hevjîna mamosta (Îbrahîm Ehmed)e, ew mirovê bi navûbang û xwedî helwêsta siyasî û xebata wêjeyî û rojnamevanî û parêzerî û zîndan û berevaniya li milletê xwe, ku qada dîroka kurdî ya sedsala pêşîn de dagîr kiriye.
(Gelawêj) ji destpêka jiyana xwe de, çarenivîsa xwe bi çarenivîsa hevjînê xwe û miletê xwe girêdaye, ji bilî wê jî hîna xalên wê di eniya nîştimanperweran û azadîxwazan weku nimûne mamosta (Hemze Ebdula) ku bîra çep û xebat ji bo hejaran projeya jiyan û xebata wî bûn. Di vebêjana bîreweriyan de, nivîskar wek şahîdekî rûdanên rojê tomar dike, derfet dide gotinên kesên din ku bandora wan li ser jiyanê hebûne ku berve hezkirina axê û nîştimanê xwe araste kirîne.
(Gelawêj) wek hindek yadaştnûsan xwe mezin nabîne û hemû palawanîtiyan nake ya xwe, belku rastgoye, Li ser xeletiyan gav neavêje û kirinên veşartî efû nake, bi neheqî jî pesnê kesî nade. Her roj û kêliyek qêrîna êşekê ye. Têkoşîn û hevrikiya daxwaza azadî û serxwebûnê ye, li hemberî hovîtiya dijmin û dagirkeriyê jî dilê xwe tejî kîne.
(Gelawêj) naxwaze teknîkên fantaziya hişk û qebe bikar bîne, ew rastiya tal vedibêje, her weha diçe kûrahiya rewan û exlaqê karekteran, hewl dide haya xwendevanan ji van mirovên hatin paşguhxistin bide nasîn ku ber bi jibîrkirinê ve diçin, divê em fêm bikin ku li pişt her bûyer û çîrokek sade û biçûk êş û xeyalên mezin heye,ya ku nivîskar ronahiya pênûsa xwe dixe ser ev e. Ji bo pesnê pênûs û kesayetî û ezmûna jiyana (Gelawêj), dikarim ji wan zêdetir bêjim ku mamosteyê mezin Dr. Kemal Xembar gotiye ku: “Jina ku karibe hemû derbederî û êş û azaran û jiyana dijwar û zehmet a mêr xwe û zarokên xwe tehemul bike, divê jineke çawa be, eger ne jineke ku fêrî dibistana jiyanê nebûbê, divê çi be.”
Di dawiyê de dibêjim mixabin em di demekî de dijîn ku siyasetê ezmûn, dahênan û pênûsa kesên dilpak, wêrek û pêşeng qut kiriye. Ji kesên rast, xemxwar, welatparêz û sewdayên wêje û hunera bêhempa re cih nehiştiye. Yekane pencereya ku em bikine destpêkek ew wijdanên zindî ne, ku axînek têde maye, îro hemû bedewî, nivîsên bilind û mûzîk û yên hunerî li gor meyl û rewiştên siyasî têne pîvandin, ji ber deng û herikîna tohmetbexşînan bi zimanekî tund û dûr ji etîk û moralê wêjeyî û nivîsandinê, zimanê me bûye amûrek bê wate, sansora siyasî û hevrikiyên hizbayetî ku dil û hest û daxwazên nivîskarên jêhatî cemidandiye. Her weha nirx dane alavên bê nirx, sewdaya kurdewariya me têkçûye û em bi hawara kîjan "derwêşî û ebdulahî" ve biçin, ev hemû paşverûtiya ku weha dike behre û şiyan û fedakarên wek (Gelawêj) mafên wan neyên dan û bi rêya rexneyên cidî ve serî li wan neyên dan. Diyare ku ev derd kûre û ev nexweşî ji mêj ve ye miletê me vegirtiye.
(Goran) ne heq nebû dema digot:
Ey mangî berz, saha nabê, mil binê bo dûr,
Bo wilatêk cêy nizam bêt û serbest û rûsûr,
Bo wilatêk hawnîştiman tiyaya azad bê,
Jîry dilsoz bawk bêt û gelîş ewlad bê!
Her endame bepêyî behrewlêhatinî xoy,
Mawew cêgay firman kirdin rêkxrabê boy.
Îş bikaw, nan bixwat w, bergî xoy bidrê.
Bebê, ewey naçarbibê rêy tawan bigrê,
Alew xake pirşing rêjeyî pirçî zêrînit, ey mang ciwan sengîn eka nirxî bînînit…!
Wergerandin bo kurmancî/ Dawûd Çîçek
XELAT
