Kî kurd e !
Nivîs: Abdilqadir Hourî
Ev çend roj in , malperên “kurdî “ û bi zimanên biyanî weke zimanê erebî serê me gêj dikin û dibêjin, hat dîtin, koka akter’a Sûriye’yî xanim Muna Wasif kurd derket . Ji bo dîtina wê ya nahatiye çaverêkirin, dixwazin lîlî û qirînên kurdan li esmanê diniyayê de werin firandin. Belkî li ba ew kurdê mejîşûştî, dîtina Muna Wasif, ya ku ew bi salan ji netewa kurd “winda“bûbû , û hat dîtin weke mucîzeyeke îlahî ye , tête wesif kirin! , lê ba prensîpên zanistî , pêşwaziya germ bo dîtina Muna wasif weke meseleyeke kelxwînî bi derdikeve holê. Çima ? . De em gotarê berdewam bikin .
Pirs ew e: Gelo, peywendiya Xanima hêja Muna Wasif bi civak, jiyan, kultur, kelepûr û hunera kurdî hebû yan tunebû ? Bersiv ev e , bêguman rola wê di wan xalan de nediyar e. Nehatiye zanîn ku wê tiştekî madî yan manewî bo jiyana kurdewarî kiriye , lê rola wê bo bihêzbûna kultura erebî li Sûriye’yê de baş diyar e. Ma gelo , kê ji we bihîstibû , rojekê ji rojan , wê xemên xwe ji bo trajediyeke mirovî li ser kurdan hatibû kirin, aşkere kiribû?. Ma wê hewl da bû ku ew ji civaka kurdî li Sûriye’yê nêzîk bibe û xwe weke hunermedeke kurd pêşan gelê Sûriye bike ? . Bersiva rastexwe dibeje: Na .. û dîsa Na .
Dema mirov pîvanan navbera kurdbûn û erebûna Muna Wasif bike , merem ne ew e ku nirxa wê ya hunerî û mirovî kêm bike , lê pîvana kurdî bi tevgera wê bo kurdîtiya haydar nebûye.
Dema em li çanda erebî binêrin, zanayên ereb çi misliman yan jî netewperwer bin tên ber çavên me û ew li ser xalekê rêkeftinê li hev dikin. Rêkeftina wan dibêje , her mirovek bi erebî biaxive ew ereb e!. Bihevgirtina îdeolojiya netewî û îslamî di nav ereban de hatiye kirin,felsefeya erebiyetiyê hûnand. Felesefeyeke nû bo asîmîlsyona netewên dîtir ava kirin.Pispor,zanayên dîrok û zimannasiyê dibînin ku zimanê erebî ya ku di sedsalên berî koçbûna peyxember Muhemmed bo Medîna de bike , zimanê grûpeke xwecihî dihatin xuya kirin. Jiyana bavûpapîrên peyxember Muhemmed di nav kultureke eşîrtî û xwecihî de dijîn , û bi saya felesefe wê îdeolojiya dînî-netewî zimanê erebî ji hêleke xwecihî bo asta “internasyonalî” cihê xwe girt!.
Di kultura erebî de du şêweyên ereban hene , û ew jî : Erebên erebkok û erebên “erebîjixweregirt”, ango “el ereb-ul a’rîba û ereb -ul muste’rebe “ hene , Lê ba kurdan çi îdeoljî ji bo parastina ziman û hebûna kurdan , gelo heye ? . Min tiştetek derbarê vê meselê de nexwediye, nebihîstiye û nedîtiye . Rola dezgehên fermî û komeleyî di vê mesela geşpeydan û pêşvebirina zimanî de pir qels e . Ango kurd derbarê îdeolojiyeke kulturî û zimanî de kor in !. Ji serdemên navîn ta rojên îroyîn de , bi nêrîna min , kurd ji wê îdeolojiya kurdîparastinê bêpar in . Mixabin dîroka kurdî û dîdara wê wilo dibêje .
Ger em li dîrok û rewşenbîriya kurdî bi giştî û zimên bi taybetî temaşe bikin dê em ê tiştekî pir bi seyr bibînin . Gelek ji helbestvan, dîrokzan û nivîskarên me , dema wan berhemên xwe diweşandin, wan bi zimanên tirkî, farisî û erebî dikirin. Hinceta wan ew bû ku , dema ew berhemên xwe bi zimanê Qurana pîroz yan bi zimanên qiraltiyên desthilata xwe li ser Kurdistanê dikirin , diweşandin . Wan rewşa xwecihiyên xwe zengîn nedikirin , lê wan di bin firehbûna dengvedana berhemên xwe bin destên qiraltiyan tevdigeriyan dikirin. Bi dîtina wan ev şêwe ji girêdana rewşenbirî bi wan desthilatan re rewa û normal e , lê ji bîra wan diçû ku rola wan derbarê kurd de xemsariyeke gewre bû . Ew ji prensîpeke serekî ji hêla berhemanînên fikrî ve ji bîr dikirin. Çima wan çapa yekemîn yên berhemên xwe bi kurdî nedikirin , piştre rê ji bo wergera wan berheman bo zimanê erebî yan jî zimanên qiraltiyan dikirin ? Ez texmîn dikim ku, di mejiyê pirtrîn nivîskarên wê serdemê de bo bilindkirina asta kurdî li kêlek zimanên cîranên xwe re tune bû . Dema wan bi zimanên ereb, ecem û tirkan dinîvîsand di nav wan de hêza zanîn û şaraziyayê çê dibû. Bi xwendina min ji vê dozê re ew bû ku, wan xwe weke mirovên sînorbiriyên wê serdemê dihejmartin !. Raste , Mele Ehmedê Xanî li ser girîngiya parastina ziman û şexsiyeta kurdî ji bo hişiyariya netewî hewl da , divê kurd xwedî li ziman û netewa xwe derkevin. Tevî ku Ehmedê Xanî çend berhem bi kurdî nivîsandin , lê wî ,di eynî kat de jî, dîlê zimanê Qurana pîroz bû . Pirtûka Ehmedê Xanî ya bi navê Nûbihara Biçûkan nimûyeke zelal derbarê dîlbûna wî di bin ala zimanê erebî de bû aşkere ye . Ferhenga wî ne ji bo paşmayeke edebî hatibû amadekirin ,lê belê ji bo fêrkirina zarokên kurd bi zimanê hîn bibin hatibû danîn. Ez dikarim bibêjim ku Ehmedê Xanî yê ku em wî weke pêşewatrîn mele bo netewa kurd binav dikin , ew ji bandora zimanên erebî, farisî û tirkî bi tevayî rizgar nebûbû .
Rêjîmên kurdistan mêtingeh dikin xebatên bi planên bêrawestan li ser gelek astan bo asîmîlasyona kurdan kirin û dikin . Yek ji wan planan ew e , divê mirovê kurd di hindirê xwe yê ruhî de vala be! ango, divê mirovê kurd ji hemû beşên civakî yan netewî a gelê xwe ve kor , dûr û paşdemayî be. Merema planê ew e ku, mirovê kurd tiştekî ji dîrok , kultur û nasdarên kurdistanê nizanibe, yan jî nas nake, lê ew di eynî kat de- bo nimûne -kesên navntewî weke Guivara , Arafat , Gahndî ……..baş nas bike! . Bi kurtî , plana dagirkeran ew e ku, divê mirovê kurd ji koka xwe ya resen nezan be, û ew weke zarokekî bîjî û heramzad jiyana xwe berdewam bike. Rêjîmanên navborî bo afirandina kurdên normal û helyayî hebin xebatê dikin. Ev rengê han ji kurdên çêkirî bê tam , bihn û sûd in ! . Ew kurdên “çêkirî” bi şiklên xwe , bi cilûbergên xwe kurdan dişibin , lê ew di hindirê xwe de bêhêz û bêzanîn in .
Kurdên me bi gelek nasdarên sûriye’yî yên koka wan kurd in , bo nimûne : Xalid Bektaş , Yusif el-azma , Îbrahîm Henano û Muhemmed Kurd Elî …hd .. şanazî û serbilindiya xwe bi wan nişan didin , tevî ku rola wan bo parastina nasnameya kurdî nediyar e. Merema serbilindbûna grûpeke mezin ji kurdan bi wan nasdaran ew e ku, rola pozîtîva kurdan di avakirina Sûriye’yê de diyar bikin . Dubarekirina navên nasdaran , li her kêlekê , nîşana pirseke derûnî a kurdan derdikeve holê , ji ber ku xebat û tevgera wan nasdaran , tenê ji bo, avakirina dewleta Sûriye’ya erebî bû. Li gor asta zanîna min , wan nasdsaran hîç nîşaneke kurdî berz nekirin û heta nîşanek li paş xwe ku ew ji malabateke kurd e jî nehîştin . Çavdêr derbarê vê meselê de matmayî dibin û pirs dikin : Çima kurdên me tenê navên wan nasdaran hertim tînin ser ziman û nasdarên weke Celadet Alî Bedirxan, Osman Sebrî û Nûreddîn Zaza ji bîra wan diçe. Demma Kurdên me bi sîmbolkirina kesekî weke Bektaş û yên dîtir nîşan dikin , rola kurdan weke netew di avakirina Sûriye’yê de dikujin!, û ew xwe weke netewekî ji ereban ciyawaz berz nakin . Navdarên “kurdê -ereb”tiştek ji bo çespandina mafê netewî a kurdan di Sûriye’yê de nekirin, lê wan serbilindiya xwe we kesên ereb nişan didan . Di hevpeyvînekê ligel Xalid Bektaş Sekretêrê Giştî yê Partiya Kommunîstê Sûriye’yî , û berî ku ew bimire, çêbûbû . Wî di hevpeyvînê de gitibû : “Etnîka min kurd e , lê cerg û hinavê min ereb e”! . Ji hêleke din ve di wê hevpeyvînê de bi serbilindî beredwam dike : “Rola min bo erebîkirina weşan û belgeyên Partiya Kommunîsta Sûruy’yî di çilemînên sedsala bîstan de roleke serke bû”! .
Niha , em gihîştin xala ku dibêje : kî kurd e ?. Ew kesê Ereb yê ku ji bo pêşvebirina kultûr û parastin mîrasa kurdî bilind bibe , kurd e , yan ew kurdê kirsa kurdiîtiyê ji ser xwe avêtiye , û li dû şopa biyaniyan girtiye , kurd e ? .
Gelo : Kî kurd e ? Îsmail Beşikçi’yê tirk,yan jî Hakan Fîdan’ê yê ku ji pişta bavekî kurd hatiye dinyayê, kurd e ?
Da em vegerina ser mijara kurdûbûna xanima rêzdar Muna wasif. Dihat gotin ku koka denbêjê E’frînî Adan Dilbrîn -dilovaniya xwedê lê be- ereb bû , lê dema em jiyana wî ya rojane heta mirina wî bişopînin , em dibînim ku hemû jiyana wî ya hunerî û civakî kurdî bû . Adnan Dilbrîn bi stranên xwe gelek tiştên jibîrkirî anîn ser ziman . Stranên Adnan Dilbrîn heta vê xullekê li ser zarê kurdan tên stran . De ji min re hevokekê yan peyvekê ji ser zarê xanima hêja Muna wasif derbarê kurd û kurdistanê bi qencî belav bûye ? . Gelo, Kî kurd e , Adnan Dilbrînê ereb, yan jî Muna wasif’a kurd ?
Pêdiviya kurdan bi lênêrîneke nû li ser candarên kurd divêt hebe. Bi nêrîna min kurdên Lîbiyayê, niha, beşeke resen, ji erebên wî welatî ne û hemû rabûn -rûniştina wan ji hêla kultur û kelepûra kurdî dûr in. Bi texmîna min, ew bi doza avakirina kurdistanê û yekbûna gelê kurd mujîl nabin . Tiştekî pîr ehmeq e, ew di nav rêzên kurdan de werin hejmartin , lê em dikarin kurdên Kazaxistanê di nav rêza gelê kurd bikin , tevî ku ew li beşekî ne kurd dijîn. Ez giş dizanin kurdên Kazaxistanê gelek şêwe ji asîmilasyonan dîtin , lê ew ber kurdûna xwe xwedî berxwedaneke civakî bûn , û ew jiyana xwe -weke kêmaniyeke netewî- li Kazaxistanê bo şexsiyeta kurdî berdewam dikin .
Dema ez di mijarê de behsa gelên dîtir weke ereb, tirk û farisan dikim, merema min , avakirina wekheviyeke rasteqîn di navbera kurd û wan gelan de bête lêdan,dikim. Wekheviyeke şaristanî dê roniya xwe bi stêrkên rengereng ezmanê dinyayê bixemlîne saz bike, hêvî dikim.
XELAT