Jivanê Kewê- Kurd û Wargehên Wan

Jivanê Kewê- Kurd û Wargehên Wan

Xeleka vê carê ya bernameya (Jivanê Kewê) ku kenalê asmanî ya Gelê Kurdistanê ji bajarê Duhokê diweşîne û ji aliyê rojnamevan û helbestvan Kenan Bîlec ve tê pêşkêş kirin li ser wergêrana pirtûkeke nû ya bi nav û nîşana (Kurd û Wargehên Wan) yê wergêr û nivîskar (Selman Nihêlî) bûye.

Mamosta (Selman Nihêlî) wergêrê wê pirtûkê diyar kir ku gelek pirtûk li ser Kurdan yê hatiye nivîsandin çi ji aliyê Kurdan ya Rojhilatnasan ve, lê pirtûka wî ji aliyê ceneralekî leşkerî yê Pakistanî ve hatiye nivîsandinê. Her weha diyar jî kir ku ev pirtûk dîrokî ye û dûre ji têgehên leşkerî û siyasî.

Nivîskar û wergêr (Selman Nihêlî) ew yek jî aşkira kir ku wî ceneralî 10 salên xwe terxan kiriye daku kurdan binase û lêkolîn di derbarê Kurdan de kiriye.

(Selman Nihêlî) amaje bi wê yekê jî kir ku hêjmareke mezin ya Kurdan li Pakistanê jî dijîn li deverên cuda cuda yên wî welatî û gelek kesên bi bandor jî hene di nava Kurdên Pakistanê de.

 

Ji bo temaşekirin û guhdarîkirina bernamê vê lînkê bitikîne…

 

XELAT